Diyarname
Lêkolîner Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn vê carê pirtûka "Dengbêj Mehmûdê Hesê" amade kirin û derxistin.
Lêkolîner Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ev bi salan e li ser "Antolojiya Dengbêjan" dixebitin. Wan di vê rêzeyê de pêşî pirtûka “Dengbêj Reso”, “Dengbêj Şakiro”, par "Dengbêj Huseyno" derxistibûn û niha jî "Dengbêj Mehmûdê Hesê" derxistin. Pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê nû derket.
Dengbêjî ku di nav wêjeya kurdî de perçeyekî girîng e heta îro hatiye û heta niha gelek stranbêjan jî ji wan û klamên wan sûde girtiye. Di vî warî de gelek xebat hatine kirin lê niha ev xebata ku her du lêkolîner Guneş û Şahîn dikin di asteke bilind û bi qalîte de ye. Her sê pirtûkên pêşîn hatibûn ecibandin û niha ya çarem jî di xizmeta hunera kurdî de ye. Her beşek vê antolojiyeke kêmasiyeke din a wêjeya kurdî, dengbêjiya kurdî temam dike. Di vê pirtûkê de jî agahiyên li ser Mehmûdê Hesê yên nayên zanîn, yan jî kêm têne zanîn, ligel klamên wî derketine pêşberî xwendevanan.
Dengbêj Mehmûdê Hesê ku di jiyana xwe de gelek klam gotine û kirine malê kurdî di sala 2016'an de canê xwe ji dest dabû.
Kurtedemek berê ku xebera amadekirina vê pirtûk me belav kiribû, Şahîn ji bo malpera me Diyarnameyê wisa gotibû, "Em kêfxweş in cildek din li cildên antolojiya dengbêjan me zêde kiriye. Wekî sê cîldên berê di geşedena hişmendiya neteweyî û edebiyata modern de yek ji pêkhateyê hêmanên bingehîn e di demeke nêz de di lîteratûra kurdî de bi cih dibe."
GUNEŞ Û ŞAHÎN KÎ NE?
Ji lêkolîneran Omer Guneş ji gundê Gomaçawûş ê Gimgima Mûşê ye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye. Wî Stenbolê di Zanîngeha Marmarayê Beşa Hiqûqê temam kiriye û bûye parêzer. Ji 2004'an vir ve li Stenbolê parêzertiyê dike. Di sala 2019'an de ji ber dozên lê hatine vekirin çûye Almanyayê û ji wê rojê ve li bajarê Heidelbergê dimîne.
Lêkolîner Îbrahîm Şahîn di sala 1977'an de li Gundêmîra yê Gimgima Mûşê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, lîse li Konyayê xwendiye. Wî Zanîngeha Erzirûmê xwendiye. Ji sala 2001'ê ve ye li Almanyayê li bajarê Munîhê dimîne û li wir karsaziyê dike.
ŞAHÎN TÊ FÛARÊ
Pirtûk niha gihîşt Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku fûar heta 5'ê meha pêşiya me li dar e. Ji lêkolîneran Omer Guneş nikare bê, lê lêkolîner Îbrahîm Şahîn dê roja 4 û 5'ê mehê li fûarê pirtûkê îmze bike. - Dengbêj Mehmûdê Hesê / Amadekar Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn / Nûbihar / Antolojiya Dengbêjan 4 / 352 rûpel / 2023
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Antolojiya Dengbêjan a Çaremîn: Mehmûdê Hesê tê
- Pirtûka sêyem: ‘Dengbêj Huseyno’ di xizmetê de ye
- Amadekarên Antolojiya Dengbêjan: Warê gotin û muzîka kurdî dengbêjî ye
- Em dê guh bidin çîrok û hîkateya antolojiya dengbêjan
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


