Diyarname
Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn bi hev re heta niha 3 antolojiyên dengbêjan amade kiribûn û ew antolojî ji Nûbiharê derketibûn. Niha ya çaremîn amade kirine: Antolojiya Dengbêj Mehmûdê Hesê.
Guneş û Şahîn bi salan e li ser dengbêjiyê dixebitin û karekî girîng jî dikin. Wan heta niha 3 cîld amade kirine. Cilda Dengbêj Reso, Dengbêj Şakiro û Dengbêj Huseyno. Ev her sê pirtûk ji Weşanên Nûbiharê derketibûn. Niha jî wan li ser Dengbêj Mehmûdê Hesê xebata xwe temam kir û ji bo çapê amade kir. Pirtûk li ber çapê ye. Bi vê jî dê bibe 4 cildên pirtûkan ên li ser dengbêjên kurd.
Îbrahîm Şahîn ku yek ji lêkolînerê vê xebatê ye li ser cilda nû ev agahî da: "Di cîlda çarem de kilamên serhildanî-qehremanî, eşq û evînî, şerên navxweyî û gelek destanên ku bi karakterên taybet hatine honandin hene. Peyv, qalib, metafor û gelek ji cureyê beşên edebiyata devkî ku di terz û honaka edebî ya Mehmûdê Hesê de derçûne di demek nêz de ji weşanxaneya Nûbiharê li bîra zimanê Kurdî wek berhemek niviskî dê bar bibe."
Şahîn dibêjen ew kêfxweş in cildek din li cildên antolojiya dengbêjan kirine û wisa dibêje, "Wekî sê cîldên berê di geşedena hişmendiya neteweyî û edebiyata modern de yek ji pêkhateyê hêmanên bingehîn e di demeke nêz de di lîteratûra kurdî de bi cih dibe."
Weşanxaneya Nûbiharê rêzeya Antolojiya Dengbêjan ku Omer Guneş û Îbrahîm Şahin amade kiribûn di sala 2018'an de da dest pê kirin. Di sala 2018'an de wekî yekem a "Dengbêj Reso" û duyem a "Dengbêj Şakiro" derxist. Paşê di sala 2022'yan de wekî rêza sêyemîn pirtûka Dengbêj Huseyno weşand. Û niha jî weşanxane ji bo çapkirina pirtûka Dengbêj Mehmûdê Hesê amadekarî dike.

Fotoyê Mehmûdê Hesê ji arşîva amadekarên antolojiyê hatiye girtin. Bêyî destûra wan li cihên din nayê bikaranîn.
***
Hin nûçeyên/nivîsên eleqedar:
- Pirtûka sêyem: ‘Dengbêj Huseyno’ di xizmetê de ye
- Amadekarên Antolojiya Dengbêjan: Warê gotin û muzîka kurdî dengbêjî ye (Hevpeyvîn)
- Em dê guh bidin çîrok û hîkateya antolojiya dengbêjan


***
- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


