Beghyanî Shadî Sharîn (Beyhanî Shahîn)
Hevalên hêja yên Koma Xebata Kurdî,
Ev demek e ku di nav capemeniya kurd û kurdî de ez bi baldarî hewldanên we yên pîroz dişopînim.
Bê guman gava mirov bi kar û barên we yên ku hûn ji bo zimanê me yê kurdî dikin - ku li ber mirinê ye -, tenê dikare pê kêfxweş û bextiyar bibe.
Loma, bi baweriya min bibe, ewdê hemî kurdên dilsoz û kurdîperest qîmeteke gelekî mezin bidin calakiyên we.
Lê li hêla din divê mirov hindekî bi baldarî tevbigere. Bê luzim xwe û zimên nexe nav pirsgirêkên mezintirîn.
Bi dêhna min bibe, halî hazir zimanê kurdî di her warî da dikane bersîva pirsgirêkên heyî bide. Lê kêmasî ne di zimên, di me de ye. Ji ber ku me hîn jî bi têra xwe hewl nedaye xwe ku zimanê xwe baştir û têkûztir hîn bibin. Bêşik encama vê yekê jî xwe di bi kar anîna zimên de dide der.
Termînolojiyên ku hûn dixwazin berhev bikin, jixwe di zimên de hene.
Lewra ji bo ku mirov bikanî bibe van peyvan li gorî mijaran ji hev cihê bike, formên kurdiya resen bîne der, pêwîstî bi «komîsyoneke zimannasan» heye (ne «qeşmerên zimên»). Bêyî «komîsyona zimannasan» bivêt-nevêt ew dê kêmasiyên bê tarîf derbikevin û di nav zimên de tehrîbatên bingehîn çêbikin.
Di nav xebatên we de mîna ku xuya dibe, we zimanê tirkî, ku tu eleqeya vî zimanî ya genetîk bi kurdî re tune, bingeh girtiye. Bivêt-nevêt ew dê ev tercîha we zirareke mezin li zimanê kurdî bixe.
Herî kêm divê mirov bi tevî zimanê farisî van xebatan bide meşandin, yan zî qet nebe bi îngilîzî, frensî, almenî, spanî û hwd., ji ber ku ev ziman tevde jî zimanên hîndî-ewropî ne.
Di nav termînoloziyên şaredariyan de min li gelek ciyan kêmasiyên zayendî û çewtiyên din yên rêzimanî dîtin.
Ez dixwazim careke din li vir dubare bikim, bêyî «komîsyoneke zimannasan» ew dê çewtiyên pir mezin werin kirin. Lê telafiya van jî dibe ku paşê ne mimkûn bibe.
Bi hêviya ku hûn ê kar û barê xwe yê bimbarek bi serkeftî dawî bikin.
beghyani.sharin@gmail.com
***
Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:
- Perwîzê Cîhanî: Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê
- Çiya Mazî: Ne hewceye ji bo peyvek mirov bêje “xwelî li serê me”
- Termên muzîkê li benda nirxandina we ne
- Cihan Roj: Dar barê têgehên hunerî de
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî


