Duh helîkopterê ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî têde li erdê ketibû. Piştî gelek lêgerinan rayedarên Îranê ragihand ku Reîsî û û Wezîrê Karên Derve Huseyin Emir Abdullahiyan mirine. Ji ber rewşa hewayê bi zehmetî xwe gihandin cihê bûyerê. Hat gotin ku bi dema gihîştine cihê bûyerê dîtine ku helikopter şewitiye..
Reîsî û heyeta pêre duh çûbûn Azarbaycanê, ligel beşdarî vekirina bendajê bûbûn û ji wir vedigeriyan.
(Ev not roja 20.05.2024'an serê sibê lê hatiye zêdekirin)
***
Hê nayê zanîn Reisi miriye yan na
Îro helîkoptera ku Serokomarê Îranê İbrahim Reîsî têde bû li erdê ket. Wezîrê Karên Hundir ketine helîkopterek eşker kir lê diyar nekir ku Reisi jî têde bû yan na.
3 helikopter ligel Serokomarê Îranê Reîsi bûn. Ji her sêyan diduyan bi lezginî xwe danîne, yek ketiye. Ajansên dinyayê dibêjin helîkoptera ku Reisi têde bû ketiye. Lê dewleta Îranê di vî warî de hê tu agahiyeke fermî belav nekiriye.
Li cihê ku helikopter ketiye mij hebû, baran dibarî, xwegihandina wir jî zor bû.
Televizyona dewletê qala Reisi nake lê dibêje ku di helîkopteran de ev kes hebûn: Qaliyê Azerbaycana Rojhelat Malik Rehmeti, Nûnerê Hamaney ê Tebrîzê Muhammed Ali Al-ehaşem û Wezîrê Karên Derve Huseyin Emir Abdullayian.


