Diyarname
Zilamekî Pêncî û çar salî ku navê wî hê diyarnebûyî li Frankfûrta Almanyayê xorteke bîst û heft salî bi navê Hakîm E. kuşt.
Dijminatiya van malbatan ku li Weranşarê dest pê kiribû, li Antalyayê dom kir û niha jî gihîşt heta Almanyayê.
Li Frankfûrta bajarê Almanyayê şexsekî 54 salî, xortê 27 salî kuşt. Li gor agahiyên hatine belavkirin ev xortê 27 salî par di meha gulanê de, mirovekî 44 salî bi navê Ahmet Ozdakak kuştiye û reviyaye Almanyayê.
Bûyera niha li Stasyona Frankfûrt roja 21'ê mehê çêbû. Zilamê 54 salî ji paş ve guleyan bi ser xortî de dibarîne. Xortê 27 salî piştî dikeve erdê jî yê kujer guleyen bi ser de dibarîne heta ku tam dimire. Kujerê ku direve ji aliyê polîsên alman ve li peronek din tê girtin.


