Diyarname
Karsazê kurd Nedîp Şimşek ji ber bi kurdî daxuyanî da televizyona Rûdawê ji aliyê komeleya wî KAMÎAD'ê ve ew şandin dîsîplînê û îhtîmal e ji komeleyê biavêjin.
Li Tirkiyeyê komeleya KAMÎAD (Komeleya Karsazan û Mitehîdên Dewletê) heye. Armanca komeleyê ew e ku pirsgirêkên mutehîtên kamûyê (mitehîdên ligel dewletê kar dikin) û karsazan çareser bike, di vî warî de bixebite. Serokê komeleyê Ali Adiguzel e. Wekîlê serok jî karsazê kurd Nedîp Şimşek e. Şimşek roja 23'yê gelawêja 2024'an ji bo Rûdawê axiviye. Heta vir her tişt normal e, lê tiştê ne normal, îro bi navê serokê komeleyê Adiguzel daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û wisa hat gotin, "Şimşek bêyî erêkirina Lijneya Rêveberiya Komeleyê derketine qaşo weşaneke bi navê Rûdaw ku li welatê me ne platformeke fermî ye. Wî pênaseya Wekîlê Serokê Giştî yê Komeleyê bikar aniye. Bêyî destûra me ev hevpeyvîn daye kanalê. Ji ber bi serê xwe tevgeriya ye û navê komeleya me bikar aniye me ji bo êpirsînê me ew şandiye lijneya dîsîplînê û me ew ji Wekîliya Serok û hemû peywirên komeleyê ji bo tevdîre bi dûr xistiye."
Li Tirkiyeyê gavên wisa dijî kurdî di van demen dawî de zêde bûne. Serok an wekîlê serokê komeleyê daxuyanî bidana weşaneke Ewropî ku li Tirkiyeyê ne fermî ba jî pirsgirêk dernediket lê dema mesele dibe kurdî, wisa dibe.
Li aliyê din derket holê ku serokê niha yê komeleyê Ali Adigul jî berê daxuyanî daye Rûdawê. Ali Adiguzel roja 03.04.2022'yan ji bo Rûdawê axiviye. Nûçe bi navê Ferdî Sak bi sernavê "Li Tirkiyê sektora avahîsaziyê li ber îflasê ye" hatiye weşandin..
'MIN BI ZIMANÊ DAYIKA XWE HEVPEYVÎN DA'
Li aliyê din Şimşek bi ser hesabê xwe yê tora civakî re bersiv weşand. Şimşek got, "Ji aliyê hevalên min ên di sala 2022'yan de me bi hev re ev komele ava kir ve ez rastî lîncê hatim. Di bin banê KAMÎAD'ê de neyartiya kurdan dikin û hin kesên bi ser vê yekê re ji xwe re cih vedikin hene, ez bi xwe şahidê vê yekê me. Dema li hevpeyvîna ku min daye binerin, dê bibinin ku min qala pirsgirêkên mitehîdan bi zimanê dayika xwe daye.
Karsaz Nedîp Şimşek kurdekî ji Amedê ye, Wekîlê Serokê KAMÎAD'ê, delegeyê TOBB'ê (Yekîdiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê), endamê DTSO (Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê) ye û ew xwe wekî "Hezkiriyê Amedsporê" bi nav dike.

Ali Adiguzel di sala 2022'yan de ji bo Rûdawê axiviye, lê niha wî Şîmşek şandiye dîsîplînê.


