Riha
Şaredariya Pirsûsa Rihayê biryar da ku navê "Mem û Zînê" li parkê bikin lê Qeymeqamê Pirsûsê Adem Balkanlioglu ev biryar red kir.
Meclisa Şaredariya Pirsûsê ya DEM Partî roja 6'ê gelawêja 2024'an biryar da ku navê 2 parkan biguherîne. Xwest yek ji wan navê Mem û Zînê lê bike û bi vî awayî biryar girt. Ya din jî de navê helbestvan Sait Kendirci ku demek berê miribû bikira. Her du nav li Meclisa Şaredariyê bi yek dengî hatin girtin. Lê Qeymeqamê Pirsûsê Balkanlioglu bi gotina "Guncav nehatine dîtin" her du nav red kirin.
Hevşeradarê Pirsûsê Muslum Baran got ku qeymeqamî bêyî sedem nîşan bide her du nav red kirine û got, "Biryara ku bi yek dengî hatiye girtin qeymeqamî red kiriye. Bi vê yekê vîna gel qebûl nake. Ma dema em nav li parkan bikin emê li qeymeqam bipirsin? Wê çaxê çi wateya meclisê dimîne? Em bawer dikin dê Dadgeha Îdarî vê biryara keyfî ya qeymeqam betal bike."
Şaredarî ji bo her du navan dê serî li Dadgeha Îdarî bide.

Helbestvan Sait Kendirci sala 1959'an hatiye dinê, roja 17'ê tîrmeha 2024'an miriye.


