logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

EM Û EW Û REWŞ

  • Dîrok: 02/05/2016
  • Beş: Serbest

Krîstîn Ozbey

Di salên 90’î de jiyana min di  nav bajarên Kurdistanê û Tirkiyê de derbas bû. Hem xwendevan, hem xwendekar, hem keçeke nugihayî, hem koçber, hem nexweş, hem nizam çi û çi bûm ku niha nikarim hemûyan bijmêrim. Ku bijmêrim wê dîsa giraniya wan salan were li ser fikr û mêjiyê min rûnê û ez ê ji îro jî qut bibim. Hema carcarna wekî flaşback tê bîra min û heta ji min were mêvandariya hestên wan çaxan dirêj nakim, wan diqewirînim. 

Îro jî ji wan rojên ku mala me li Antalya bû çend roj hatin bîra min. Li kuçeya me malbatekê tirk û pir xizan hebû. Ne ji wir bûn, yanê ew jî wekî me koçber bûn lê ji sedemên aborî. Kurê wan çûbû li Kurdistanê leş-keriyê bike û wekî efsane hate vegotin ku ew şandine îznê. Milet bi kêf û coş diçû mala wan û ji hev re behsa tiştekî dikirin. Li gor gotinan li Botanê leşkerî kiriye û gerîlayekê jin kuştiye loma ew şandine îznê. Heta digotin ku her du guhên wê şervanê jêkiriye, xistiye nav şûtika wê û niha li dîwarê malê daliqandiye. Welhasil ew ciwan 15 roj şûnde çû ku leşkeriya xwe biqedîne û were. Lê îca mirî hat mala xwe. Dewleta wî vê carê îzna bêdawî dabûyê û agir bi mala bavê wî xistibû. Lê ka ew biberxweketin, lixwemikurhatin an fikir?! Tavilê alên xwe daliqandin dora malê. Qet negotin;şer e ev,  kuştin jî heye mirin jî heye, ne govend e, ne şahî ye..

Diya min ji bo xatirê cîraniyê çû hewariyê lê zûzûka vegeriya. Li gor ku ji me re got hinekan dest bi axaftinên bêehlaqî kirine û wan her du guhên di şutikê de hê jî li dîwar daliqandî ne. Yadê got “Keça min di wê malê de du zarok û du dayîkên mirî hebûn lê tenê em ji viya haydar in. Xwezî aqilê wan jî bihata serê wan, lê ka.”

Yadê çend rojan wekî gêja li dora hev diçû dihat û dihizirî. Digot, dewleta vana wan ditevizîne û ew jî bi ber bayê dewletê û bi ber bayê hev dikevin. Napirsin ku ev çi hal e em tê de ne. Ku rewş wiha be wê ev şer qet bi dawî nebe. 

Ev çend meh in li bajarekî Tirkiyeyê me. Dîsa leşker tên kuştin û dîsa heman rewşa gelê tirk e. Bi her awayî hatine tevizandin û bi kîn û nefret tijjekirî ne. Qet nabêjin ku 20-25 sal berê jî heman rewş hebû û ev çend sal bûn kes nedihat kuştin. Tenê dixwazin kuştin hebe. Ev çi miletek ecêb e ku tenê bi kuştinan fehm dike ku pirsgirêkekê heye!

Êşa wan jî dibînim û êşa me jî dibînim lê ferqekî heye ku em jê ders derdixin û ew tu carî ders dernaxin. Xwe sipartine dewleta xwe û dibêjin qey wê tim û tim dinya wiha be. DAIŞ hatiye di ber devê wan de bombeyan diteqîne lê ka ew fikir ku bêje ev tişt çima tê serê me?!

Xuya ye ku ev berdewamî bi temamî ji hestiyariya me ye. Bila tu kes ji min re nebêje ku milet ne wisa ne. Wisa ne, mixabin ew piranî wisa ne. Ê me kurdan kuştinek hebe ji bo ku yeka din nebe, ji bo ku dilê tu kesî neêşe dikevin nav hewlan. Rewşeke ecêb û sosret e ku du miletên ew qas ji hev cuda ew qas sal in bi hev re ne.

Qaskî berê ji derva de dengekî bi ser dengê mele ket. Min pace vekir ku xaloyekî extiyar rûniştibû ji kezebê diqîriya digot, “Hema Allah û Allah, qey ma tu tiştekî din tune ye gidî? Her roj cenaze tên çima kes nabêje ev çi hal e. Çima me bi roj dengê xwe da, bi şev dizî û tecawiz kirin û îspat jî bûye hê jî em dengê xwe nakin. Axx sebebê van tiştan ez im jî ku min dengê xwe da wan.”

Xalo di  nav qerebalixeke ew qas mezin de ew qas bi dengekî bilind diaxivî lê vî miletê tevizandî bêwate û bêhelwest tenê lê temaşe û guhdar kir an jî derbas bûn çûn bi rêya xwe de. 

A hal û hewal ev e gelî temaşevanino. Du milet û rewşekê malxerab..

qristin11@hotmail.com

***

Nivîsên Krîstîn Ozbey ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Li welatekî mirin û jiyan 

- ‘Tuyê bibî çend salî?’

- Ji '99 Morîkên Belavbûyî' tiştên ji bo min man  


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

ad

Berendamên DTP'ê yên navçeyên Entabê

ad

Gotina Hefteyê: Raste rast em kirin hedef û gule berdan

ad

Heywax heyfa hin rewşenbîrên kurd

ad

Merkel: Ligel Tirkiyeyê emê li ser pirsgirêka kurd biaxivin

ad

Baydemîr ji çîrokan beraet kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname