AMED
Roja 24'ê rezbera 1996'an li Girtîgeha Amedê 10 girtiyên kurd bi lêdana çovan hatin kuştin. Piştî 28 salan ev doz niha betal bû; kes nehat cezakirin. Biryara dawî ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû dayîn û niha Dadgeha Bilind ev biryara Dadgeha Amedê erê kir û bi vî awayî doz hat girtin; kes nehat cezakirin.
Li ser vê yekê MLSA’yê ev agahî belav kirin: Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 24’ê rezbera 1996’an 10 girtî bi şîş û daran hatibû kuştin û 24 girtî jî birîndar bûbûn. Ev doza der barê qetilkirin û birîndarkirina girtiyan de bêceza hat hiştin. Leşker, polîs, gardiyan, bijîşk û midûrê girtîgehê jî di nav de 89 bersûc dihatin darizandin. Ev doz di warê kêmasiyên qayîde û esasê de du caran ji Dadgeha Bilind vegeriya dadgeha herêmî. Piştî biryara xerakirinê doz ji nû ve hat lidarxistin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di sala 2019’an de biryar da ku bersûc ji demboriyê sûdê werbigirin û werin beraetkirin.
Parêzerên mexdûran diyar kirin ku biryara dadgeha xwecihî li dijî hiqûqê ye û doz birin temyîzê. Hin parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku li şûna demobriyê divê biryara beraetê bê dayîn û îtîrazî biryarê kirin.
ÇAR SAL ŞÛN VE BIRYAR ERÊ KIR
1’emîn Daîreya Cezê yê Dadgeha Bilind lêkolîna temyizê di çar salan de temam kir û biryara demboriyê ya dadgeha herêmî bi pir-dengiyê erê kir.


