Diyarname
Roja 24'ê meha borî polîsan bi ser avahiya MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtibû û gelek kes girtibûn bin çavan. Li Payîz Pirtûkê jî dest danîbû ser kovar û rojnameyan. Îro Desteya Rêveber a Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) îro çû serdana Payîz Pirtûkê.
YEWKURDÊ ligel Xwediyê Payîz Pirtûk û endamê rêveberiya YEWKURD'ê Jêhat Rojhelat axivîn û der barê pirtûk û kovarên ku ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin agahî girtin.
YEWKURD'ê di daxuyaniya li ser vê yekê belav kir de got, "Em wekî YEWKURD'ê van êrîş û biserdagirtin û desteserkirinanan red dikin û em xwedîtî li sazî û dezgehên xwe dikin, em dibêjin em her tim bi weşanxane, pirtûkxane û endamên xwe re ne."
YEWKURD'ê bang li gel kir ku xwedî li pirtûkxaneyê derê û jê danûstandinê bike.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li ser mamosteyên kurdî PEN'a Navneteweyî daxuyanî da
- Mamosteyan bi kurdî parastin kir; Dozger dixwaze ew bêne girtin
- Komîsyonên Ziman ên 7 Baroyan bang kir
- Li ser mamosteyên kurdî PEN'a Navneteweyî daxuyanî da
- Dema binçavkirina mamosteyan hat dirêjkirin
- Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin
- Li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovaran
- Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)


