Diyarname
Piştî Esenyurta Stenbolê duh jî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê kayûm şand ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Batmanê û Şaredariya Xelfetiya Rihayê. Li hemberû kayûman baroyên Enqere, Stenbol, ÎZmîr û Amedê jî têde 58 baroyan bi hev re daxuyaniyeke nivîskî belav kir û dijî kayûman derketin.
Baroyan di daxuyaniya xwe de navên Esenyut, Mêrdîn, Batman û Xelfetî bibîr xistiye û wisa gotiye, "Bi jikargirtina şaredaran re rewxa dijî xala hilbijartin û hilbijêrî ya Zagona Bingehîn hatiye binpêkirin, ev rewş dijî civaka demokratîk bûye destwerdaneke bêpîvan û giraniya wê her ku çûye zêdetir hatiye hîskirin."
Di daxuyaniyê de li ser xala 45'an a Zagona 6758'an ku têde qala "ger şaredar ji ber terorê an jî alîkariya rêxistina terorê hatibe dûrxistin Wezareta Karên Hundir şaredarek tayîn dike" sekiniye û wisa domkirine, "Ev xal ne li gor Zagona Bingehîn e. Ger mirov derkeve derveyî xala 127'an a Zagona Bingehîn ku qala rayeya rêveberiya navendî dike, wê çaxê ev tê wateya binpêkirina rêgezên rêveberiya herêmî û ji cihê herêmê ve birêvebirinê. Tê zanîn ku ji dêvla kesê ji ser kar hatine dûrxistin ji aliyê rêveberiya navendî ve kesên bi nasnameya siyasî bêne peywirdarkirin, ev yek dijî Zagona Bingehîn e."
Baroyan di dawiyê de wisa gotiye, "Wezîrê Karên Hundir di cih de gere dest ji biryara xwe berde û peywira şaredaran îade bike, zagona di sala 2016'an de li Zagona Şaredariyan hatiye zêdekirin bê betalkirin, tenê kirineke jî dijî hilbijartin û hilbijêrî be pêk neyne."

Baroyên daxuyanî îmze kirine.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 16 baroyan banga 'Betalkirina biryara nehiquqî' kir
- Bi xêzê vegotina meseleya kayûmê
- TUSÎAD: Bi kayûmê ne rêveber, gel tê cezakirin
- Îmamoglu diçe cem serokên partiyan
- DEM Partî û CHP'ê biryar dan beşdarî xebatên meclisê nebin
- Li hemberî kayûmê çalakî didomin, kî çi got?
- Dîsa derbe: Bi kayûman dest danin ser Şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê


