___Ar-da Janxwar___
Çîrok ji alî lehegan ve piranî jin in. Jinên lawaz in. Bi tene ne. Bê tesir in. Bê vîn in di nava çîrokan de zîz dibin. Bi mijarên xwe dewlemend in. Lê piraniyên wan “qewimîn"e,”bîranîn" e. Piraniya çîrokan feodaliya mêr, zilma mêr, “eza” mêr di pêş de ye. Destpêka çîrokan bi mijarek tarî û bi heyecan dest pê dike. Lê di dawiya çîrokan de ew heyecan û peroşî difetise. Çîrokên wekî “Refa şîn”, “Şaxên şikestî”,”Bêhna axê”, “Ji bo kovarekê” çîrokên xweş in. Mekanê çîrokan piranî Elîpar, Mêrdîn, Batman, Amed e. Piraniyê çîrokan tehma “çîrçirokan, bîranîn, serpêhatiyan" jê tê.
Dahûrandina çîrokan
Çîroka “Bêhna Axê”
Mekan Mosqova ye, leheng Nîjad û Sonya nin. Nîjad wê sersala xwe bi hevala xwe Sonya yê re derbas bike û paşê wê bide rê û vegere Pûşkîniyê. Nîjad, nîvê şevê li nava kuçeyên sar yên Moskovayê ma ye, erebe tune ye pê biçe mal. Yên hene jî pir buha ne. Welhasil bi yekî re li hev dike û diçin. Nîjad ji behca re vê dibêje “Kera di dê kiro, bila yê zêde jî qelenê diya te be”.Mêrik dimizmize. Dêmek tu jî kurd î. Çîrok bi vî rengî berdewam dike. Du kesên li penaberiyê li welatekî biyanî li hev rast tên. Her du jî kurd in. Çîrokek helbestî ye, bi hêsanî tên xwendin. Nava bajarê Mosqowayê mîna belgefilman pêşkeşî ber çavên me dike. Êşa bêwelatbûnê, eşa penabertiyê ya tenêtiyê sereke mijara çîrokê bû.
Çîroka “Bişar”
Mekan Amed e, leheng Bişar e, Bişar ji apandistê emeliyet bûye û ketiye tayê divê biçin xestê. Li kuçeyê şer heye. Gava ku xwe digihîjîne ber deriyê nexweşxwaneyê polîs wan disekinîne û dikişin ser wan. Heta ku Bişar di nava xwînê de dimine lê dixin. Heyfa xwe giştikî ji Bişar distine. Diya wî çiqas dibêje "em ne terorîst in" jî bê fêde ye. Çîrokek grîft e û trajîk e, ji êşa şer hatiye afirandin. Zilma polîsan û qerepereya şevekê de dibe sebeb ku Bişar di nav potînê polîsan de bi îşkenceyê bê kuştin. Neheqî, bê edaletî, êş, şer, bêgengazî…mijara çîrokê ye. Hin hevok bin heşê wan bi tirkî ye mînak; “Bi erzanî filitîn” rp 19 (ucuz kurtuldu),“agirê wî pir zêde bûye, divê em vî agirî gavek berê kêm bikin” sp:18 (ateşi yukselmiş, bir an once bu ateşi duşurmemiz lazim. Nivîskar dikaribû wisa jî binivîsanda; ketiyê tayê, canê wî sinciriye /divê xwêdan bide an jî em sincirandina laşê wî daxin.
Çîroka “Çavên Li Ser Darê”
Zîlan û Şîlan, dide rê, di parqa Koşûyolu de diçin. Wê biçûna mala kalikê xwe. Kalikê wan dema diçû gund carê ji wan re bastêq û benî dihanî. Carna jî ji wan re qala çîrçîrokan dikir. Lê mixabin bombe tê teqandin. Her du zarok jî li wir dimirin. Paşê di binê termosê teqîyayî de qaxizekê dibinin û li ser ev hatiye nivisadin: “Kurdê herî baş yê mirî ye“ rp;27. Trajediya şer, xofa di dilê mirov, dijminatî, tirs, bêçaretî, di nava çîrokê de xwe dide der.
Çîroka “Cêwikên Pîrozê”
Pîreka Pîrhesin, Pîrozê, biheml e. Lê gede nedihat. Bangî Pîra Siltanê kir. Ya gedekê gund bi tena serê xwe, ji pîzan xilas kiribû. Lê vê dormê tiştek ji destê wê nedihat. Mêrê Pîrozê jî nedixwest jina xwe ya biheml bibe têxe destê textorên mêr. ”Lê ji wan re nebûbû edet ku jinên xwe têxin ber destê mêran. “rp3. Jinik dimire mêrik hema radihêje jilêtekî û zikê jina xwe vediqelêşe, her du zarokan ji pîzan derdixe, piştî wê, ber çavên wî reş bû, dixewire li ber laşê Pîrozê wekî kundirê xerabûyî tê xwarê.
Navê lehengan modern e, navên kurdan in lê tû li tevgerên mêr û mebesta wî dinêrî, armanc bişaftina mejiyê jinê ye, mêtina vîna jinê ye, birdar darê qolonyalîst e. Navê kurdîtî û emelê wan bi hezar salan ji hev dûr in. Ku jina wî bimire jî “tenê jê re tiştek muhîm e ku te jina xwe bir ba bijîjk divê tu lê miqate bî bijîşk bila mêr be. Mijar xweş aniye ziman û dûbendiyê civakê, rasteqînaya însên dide ber çavên mirov. Bin hişê hin hevokan bi tirkî ye. Minak; Ber çavê wî reş bû rp33 (ber çavên wî reş hat-gozu karardi)
Çîroka "Dayê Ji Min re Hinarekê(î) Bîne”
Çîrokek mekanê wê Elîpar e. Xecê berdila diya xwe ye, diya wê qêmiş nedikir pê kar bike. Keçek şên û henekbaz e. Lê xalê wê yê zewicî bavê sê gedan bi zorê bi wê re dikeve tekiliya cinsî. Paşê hemle dimîne, herkes pê dihese. Wer hasil bav biryarê dide divê bê kuştin. Bavekî bi fosr, lawekî bi tenê û ensesta nava malê. Ev trajedîya nava civakê li ku be ferq nake. Wê tim dest li jinê bê dirêjkirin û wê bê kuştin.
Çîroka” Dilketiyê Gola Hazarê”
Lehengên çîrokê Zelal û Bavê wê Dr.Hêvîdar e. Dr.Hêvidar di hesreta lawekî de ye. Du rojê wî li Diyarbekir e sê rojên wî li Gola Hezarê ye. Qîza wî, Zelalê li Amedê dibistanê dixwîne, paşê dikeve ezmûnê, şûnde zaningehê li Stenbol qezenc dike diçe Stenbolê. Piştî wextekê dikeve nava şoreşgeran û tê girtin. Çîrokek mekanê wê, hefs, gola Hezarê ye, Stenbol e. Çîrok bi zimanekî xweza û ji rêzê hatiye nivisandin. Bi vegotinek e kesekê dinê vedibêje. Lehengên din di bin siya Dr.Hêvîdar de fetisîne. Deng ji wan nayê. Navê wan tenê heye. Ew kul, ew nexweşiya ku “ez bavê lawekî bama‘” ji çîrokên kurd, qet jê naçin. Wekî qijnikekê tim di nava çîrokekê de xwe vezelandiye.
Çîroka “Evîna Çîrokekê”
Nesrîn û qîza xwe Berîvan, gava Sedam xerdalê li ser gundan dirijîne qala wê demê dike. Çîrok bi du awayî qedandiye. Nesrîn hem li wir e hem jî ne li wir e .Gava ku Bêrîvanê bi bîr tîne, li ser hişê xwe ye , gava bi wê re diçe kulîlkê xwe dixe bergiya wê û bi hev re dihilkume di binê kendêl de gindêr dibe û çîrok diqede. Mekanê çîrokê gund û çiya ye, lehegên wê Nesrîn û Bêrîvan in. Çîrokek zimanê wê helbestî ye. Dimenê biharê li ber çavên me radixe. Zimanê wê xweş e, diherike. Çîrok, xweş tefnandiye. Çîrokek trajîk e, bi êş e, rasteqîn e, lehengên wê jin e, êşa Helepçe ye, zilma Sedam e, bi hezara kesên mîna Sedam tîne bîra mirov.
Çîroka” Ez Kekê Te Me”
Çîrok li Çinarê derbas dibe. Sadûn ê dermandar û birayê wî Îbrahîm lehengên çîrokê ne. Îbrahîm, yekî kitêbxwend e. Heval û hogirên wî pir in. Li navçeyê pir jê tê hezkirin. Sadûn jî dermankar e. Dermanan difiroşe. Rojekê torosa spî birayê wî direvine. Ew jî baz dide qereqolê ji wan re dibêje. Çîrokek ji rêzê ye. Çîrokên bi vî teşeyê piraniyên wan ji bîranînên qewimîne tên. Çîrokek ji çîroka çîrçirokan e. Trosên spî, metaforek rasterast bîna mirinê jê tê. Çavtirsandin, îşkence, zordestî, zordarî, sermijara çîrokê ye.
Çîroka” Helbestên sosinê”
Sosin, helbestvanek e. Hevalên wê jî henekan pêdikin, dibêjin tu bibe niviskar tu yê nema me nas bikî. Wel hasil hevalê wê bende dikeve da ku dosyeya xwe bibe li ba weşangerekî û dibêje em dixwazin pirtikûka te hebe. Diçe ba weşangeran. Çima, lê mixabin wê weşanger tu car dev ji bazirganiya xwe bernedin. Xweziya wê di qirika wê de dimîne û diçe pelê dosyaya xwe yeko yeko davêje ber Çemê Dîcleyê. Û vê dibêje, “Helbestan gotin em naxwazin bibin pêkenokên bazirganên ber şekalan” rp:63. Bi rastî jî weşangerên kurd, da kû piçekî dilê wan ji niviskarên kurdan bi xwestina wê gelek nivîskar bi mijarên cur bi cur wê binivîsanda û wê di her warî de gelek pirtûk derbixistana. Lê rewşa aborî û kêmxwendinê tim bihaneye û wê ev behane jî qet ji asta mijarên weşangerên kurd, qet dernekevin. Çîrokek bi mekanê xwe belge-filmê li cafeya Amedê yê. Cihê dîrokî bi me dide naskirin. Çîrokek ku qala êşa nivîskar û gengeşiya weşangeriya kurdan dike. Çîrok xwe ji tesîra binhişê tirkî xelas nake. Minak; Diya wî jî dirêj dirêj jê re qala keçên mervantiyê …..rp55( uzun uzun bahs ediyordu)
Çîroka “îd”
Ev çîrok li Amedê derbas dibe. Xwediyê kar li Amedê taxa Ofisê kargeh vekiriye. Li vir şef û xebatkerekî kurd dixebitin. Lê Şef, dilê wî ji xebatkarê amedî naxwaze û li paş wî dek û dolaban dimeşine, wî ji polîsan re îxbar dike. Çîrokek rihet tê xwendin. Hesûdî, çavnebarî, neteweperestî, mobing ser mijara çîrokê ye.
Çiroka” Ji Bo Kovarekê”
Çîrokek bingeha wê li ser bîranine diya wê û bavê wê ye. Diya wê ji qîza xwe re qala çapxaneya bavê wê û kovara Dengê Kurdîstan dike. Û darbeya 12'ê Rezberê û Amed û Razan û Mala Gewrê mekanê çîrokê ye. Di halê xirab de, di rewşa çetîn û dijwar de ku mirov bi hişmendiya kurdewarî û di wê zanyariyê de tev de bigere ne karekî hêsan e û ne şixûlê her erbavî ye.
Çîroka “Lawikê Fille”
Çîrok li Filehên li der dora Çilkaniya Siltan Şêxmûs û Dêrika Çiyayê Mazî de dikeve rêyan bi zar û zêçên xwe, kal û pîr, li beriyê, li bin siyekê de xwe rehet dikin. Zêdan jî kesekî navsaleye û ew bi dotmama xwe re zewiciye lê zarokên wan çênebûye. Bi vê minasebetê zarokekî fileh ji diya wî tika dike û dibêje rewşa min baş e, aboriya min jî baş e, tu dikarî bi min ewle bî. Diya lêwik dikeve wê qinetê ku wê zarokê wê pêşeroja wî baştir be, berê wan di kude ye ne xuya ye .Lê ya zarokê wê, wê xuya be. Lê mizawirê gund Mele nasekine, Zêdan zarok di destê wî de, ji kêfa heşê wî ji serê wî çûye. Mele ji paş ve paleyekî bi serê lêwik da dide û beqa nake. Zêdan berî xwe bigihêje mal, lê dinêre zarok li erdê ye û kêf kêfa Mela ye ji kenan dike bimre. “Law ma lawik bazdabû ser diya te“ dibêje Zêdan. rp61. Mela; "xêra ku wê bigihîje te bila bigihîje min" rp:61. Hejartî, neheqî, koçberî, tirs, bê av, bê nan, şer, ciheltî…mijara sereke ya çîrokê ye.
Çîroka “Min bêriya seydayê xwe kiriye”
Çîrokek herikbar e, mîna belgefilmê ye, mirov dikişine nava xwe. Mirov dixe nava rojek ji ba û bahoza zivistanê ya ku qiyamet radibe wê dimenê dide ber çavên mirov. Lê çîrokek pir daweşandiye. Ji ber ku, tu hem mela ye, hem li pêşiya gundî limêj dike û inyad inyada te ye tu dibêjî ezê di vê ba û bahozê de herim Seydayê xwe bibînim. Û gundî li ber te digerin û tu dibêjî "nabe", tu didî ser inyada xwe. Ger ku hişê wî ji serê wî biçûya nediket şikeftê û nediket ew tatêla ku kesekî wî nekuştiye û not nedinivîsand û nedixist kefa destê xwe. Ku heş berda ba ji a xwe danediket. Wê biçûya wê di rê de biqefiliya an neqilifiya. Dubendî di xilaskirina çîrokê de ye û di kesayeta Mela Huseyn de ye. Ev çîrok hew bi navê qarekterê xwe dîrokî ye û hêja ye. Lê kirina wî berevajî navê wî yê dîrokî ye.
Çîrok mîna çîrçiroka xwe dide der .
Çîroka “qiloç”
Mesûd û Nûrî, her du birakên hev in.Û xwedî kar in li cihekî. Li gorî merivên li derve û der dor dibêjin dilê Nûrî ketiye jina Mesûd. Û bi hev şa dibin. Mesûd û Nûrî û jina wî, hefteyekê carekê tên ba hev, bi hev re eraqê vedixwin û kêfê dikin. Mesûd wan rojan tîne ber çavên xwe, jina wî çi cara Nûrî tê, xwe dixemilîne, boyaxê bi lêvên xwe dide, li ser jina xwe guherînê dibîne, lê tiştekî biçav nabîne. Civat û pisrgrêka mêr, bêbextiya der dorên însên, sînorê hevaltiyê, derûniya zarokan, xweş zeft kiriye. Çîrokek pirhêl e û derûniya wê, kesek nikare hilbigire. Minaqeşe li ser vê çîrokê bê kirin pir in. Derûniya Mesûd, çûn û hatina bin mejîyê wî, hesta dilê wî, xweş tevn kiriye. Lê li gor min ev çîrok bi navê”qiloç” heqaret û biçûkxistinek li vê çîrokê kiriye. Ji xwe bi navê “qiloçê” pêşderazî li çîrokê hatiye kirin. Nivîskar bi vî navî teref girtiye. Û neheqî li qerekterê çîrokê kiriye. Ev çîrok “qiloç” ji hişê tirkî stendiye, wekî “qiloç”, "boynuz” yan jî bi tirkî “boynuzlanmiş” li gor niviskar jî jinik mêrê xwe dixapîne û bi hevalê wî re radikeve.
Çîroka “Qumar”
Ev çîrok du xortê hevalên hev li qafeyek taxa Amedê li Ofîsê tewlê dilizin. Lê tewla wan li ser tiştekîye. Her yek fortekê dikin. Lawik dibêje; Ma te nizanîbû bavê min ji êvaran heta sibê li Çarçiya Şewitî li Qehwexaneyan Komirciyan, bi qumarê dilist. Keçik dibêje; Û divê te jî bizanibûya ku em ji bav û kalan de qumarbaz in, kalê min bi qumarbazên Dêrika Çiyayê Mazî re li ser keriyên pez re kab diavêtin. Çîrokeke ji rêze ye û hişê mêr serdest e.
Çîroka “Refa şîn”
Refa şîn, çîrokek dîrokîye hîmê xwe ji roja Mamoste hatiyê dinê distine. Bîranînê bajarê kevn yê Dîyarbekir û taxên wê ye. Refa şîn, belgefilmê jiyana Mamosteye.Refa Şîn û zarokên wê (kitêp) bi du zimanan dizane yek jê bi kurdî, ya din bi tirkî ye. Gava derbe çêdibe, pirtûkê refa şîn tê hevdan û tê şewitandin. Gava polîs tê mala wî, lê dinêre pirtûkê bi kurdî heye. Bi teva pirtûkên nuh kirîbûn û wî, dibe. Refa Şîn, jêre bûye heval, hogir. Heta tayîna qiza wî derdikeve diçe navçeyeke Diyarbekir. Qîza wî, Refa şîn jî bi teva xwe dibe. Ji veqetandina Refa Şîn pir pê zor tê. Ev çîrok. Çîrokek di bîranînên dema 1980-1988‘an de jiyaye. Belgefilmê jiyana kurd e. Zimanê çîrokê diherike, hêsan tên xwendin. Metna çîrokê baş hatiye hûnandin. Veşirta di serî de ya kesê qal dikir veşartina wê piçekî din nehata eşkere kirin wê pir xweş ba. Dawiya çîrokê jî hindikekî bi guman xilaskiriye. Ew jî efsûniyeke bi çîrokê re çêkiriye. Çîrokek rasteqîn e. Meriv dibe taxên kevn ên Diyarbekir.
Çîroka “şaxên şikestî”
Mekanê çîrokê mala malbata Besê û Şukriyê Kor e, leheng Welî û Elî û diya wan û bavên wan e. Serlehengên Çîrokê Besê ye, pir êş û xizanî kişandiye. Hêvî û daxwazê wê, bi cih nehatiye. Tenêtî, xizanî, êşa pîrbûnê, bi para wê ketiye. Welî û Elî bi halekî xirab daye xwendin. Welî diçe serê çê, Elî jî dehere leşkeriyê. Welî di şer de tê kuştin. Elî jî tê kuştun lê bi guman e .Her hinek tiştekî dibêje. Paşê êş li hişê Besê dixe. Çîrokek xwendina wê herî bi tehde ye. Ji ber êş tîre û zexm e. Mirov zû dixe nava xwe.
Çîtroka “Şeva hene”
Çîrok hem bi şênîyê hem jî bi dawetê dest pê dike. Lê tevna çîrokê baş nehûnaye. Li nava çîrokê dawet beloq dimîne. Gava esker digire ser dawetê gelek kesan digire û paşê zava diçe serê çiya, sal derbas dibe tê kuştin. Û em fêm dikin ku zavayê hatiye kuştin qala daweta xwe kiriye û qala xwe kiriye. Lê serê çîrokê wê gumana kuştunê baş nedaye der, çîrok tevî hev ber dewam dike. Bêtehamûliya zimanê kurdî, folklora kurdî, hebûna kurdî, xwe di çîrokê de daye der
Çîroka “Şikefta xwekuştinê”
Zozan û sê hevalên xwe diçin wê şikeftê. Di nav xwe de henekan dikin û dibêjin bila navê wê şikeftê Şikefta Xwekuştinê be. Bavê wê deyndarê Mele Diyadîn e, deyhndar dewa pereyên xwe dike, ew jî dibêje qîza min hîn zaro ye, 16 salî ye û dixwaze ji xwe re bixwîne, çi çaxa mehdê wê hat ku bizewice ezê qelendê wê bidim te. Lê ji ber debar nake qîza xwe dide Mele, qîzik jî vê dibihîze û biryara xwe dide da ku xwe ji şikevtê biavêje ber bi Çemê Dîcle. Çîrokek zimanê wê nerm e, herikbar e, ji êşê, aşê xwe digerîne. Heskîf tê dikeve xewna Zozanê û qala canbûna xwe dike. Qala zilma ku çi aniye ser bedena wê, çi aniye bi serê wê û rê rêbazê li ber keçikê dixe. Çîrokek ku hîmê wê ji hemû gengeşiyên civakên pêk tê. Zû zewicandin, firotina canê însên (qelend), keça can û mêrê pîr ser mijara çîrokê ne.
Çîroka “Veger”
Çîrokek mekanê wê Mêrdîn, Diyarbekir û çend navçe ne. Lehengên me, dermanan difiroşe dermanxaneyan. Çîrok di nava van bajaran de derbas dibe. Sinc û dan û stendina xwediyê kar dide der. Gengeşiya jiyanê, geftûlefta nava bajêr, malbat, jin, zarok, daxwaze wan, pozbilindiya esnafan û hwd dide ber çavên me.
**
Nivîsên din ên Ar-da Janxwar ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li ser “Monologên li ber şibakeyê”
- Li ser "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman
- Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”
- Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*
- Dahûrandina romana 'Kulmek Morîkên Şînbirik'*


