Diyarname
Stranbêj û nivîskara gotinên stranan Dua Lipa jî biryar da bizewice. Lipa ligel lîstikvan Callum Turner bûbû destgirtî û sala pêşiya me dê bizewice.
Rojnameya îngilîz Daily Mail li ser stranbêja 29 sali Dua Lipa nûçe amade kir û got ku ligel Turner ew li ser rêya zewacê ye. Nûçe radigihîne ku lîstikvanê îngilîz Turner pêşniyara zewacê lê kiriye.
Lipa û Turner ev dor salek in bi hev re ne.
Dua Lipa bi eslê xwe arnawûd e, hemwelatiya Kraliyeta Yekbûyî ye. We heta niha 7 xelatên Brit, 3 jî xelatên Grammy girtine. Kovara Time îsal ew xist nava lîsteya 100 mirovan herî bi bandor.


