Diyarname
Vê dawiya hefteyê hin çalakiyên bi kurdî hene. Sê bajar ketine nava lîsteya me.Ji bo we me dan hev kerem bikin...
***
AMED:
- 25 rêbendan:
Lîstikeke mêvan, lîstika Sîne Tiyatro ya bi navê "Tîpîtîp, Buyulu Orman Macerasi" dibe mêvanê Şanoya Bajêr a Amedê ye. Lîstik li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê roja şemî saet 19.30 de tê lîstin..
- 26 rêbendan:
Roja yekşemê jî li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19.30 de lîstika şanoya mêvan, Kumpanyamed ya bi navê "Ebediler" tê lîstin.
- 26 rêbendan:
Lîstikvan Erdal Kaya bi standupa xwe ya nû "Zikopişto" roja yekşemê li Amedê, li ÇandAmedê derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstik saet 19'an de ye.
***
STENBOL
- 25 rêbendan:
Roja şemî li Weqfa Îsmaîl Beşikçi gotûbêj û îmzekirina pirtûkan heye. Oktay Öztürk ku bi navê "Masiyên li ser mêrgan" pirtûkek ji Weşanên Nando derxistibû, niha di vê çalakiyê de wê li ser pirtûkan xwe biaxive û paşê pirtûka xwe ji bo mêvanan îmze bike. Moderatoriya bernameyê Sewda dike.
Çalakî saet 15.30 de dest pê dike.
- 25 rêbendan:
Roja şemî li Navenda Çanda Mezopotamyayê çalakiya helbestxwendin û îmzeyê heye. Helbestvan Şukru Erbaş beşdar dibe. Çalakî saet 17'an de ye.
- 26 rêbendan:
Roja yekşemê bi amadekariya Chalak Eventsê bernameya bi navê "Di sih saliya nivîskariya min de wêje û kurdî" li dar dikeve. Mêvanê çalakiyê nivîskar M. Çiya Mazî ye û Rêbîn Ozmen dê bernameyê bi rê ve bibe.
Çalakî wê saet 17.30 de li Ninova Cafeyê li dar bikeve.
***
WAN:
- 26 û 27 rêbendan:
Lîstika ŞanoWan a bi navê "Haylo Dîsa Tevlîhev Bû" du rojan ser hev de li navenda wan derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstik saet 19'an de tê lîstin.


