Diyarname
Hunermend Reşîd Sofî ku heta niha gelek stran pêşkêş kiribû di 72 saliya xwe de mir.
Hunermend Sofî ev nêzî hefteyek bû ji ber nexweşiya penceşêra cegerê ne baş bû û îro mir.
Reşîd Sofî di 1953’yan de li Kobanî hatibû dinê. Ew di nava malbateke oldar de mezin bû. Wî di sala 1970’yî de bi xwendina ayînên olî dest bi rêwîtiya karê muzîkê kir.
Sofî di nava kurdan de wekî "Mîr Ûdê" dihat naskirin. Di gelek hevdîtinên xwe de Sofî serbilindiya xwe ji navê xwe yê hunerî re anî ziman.
"Xweziya hêvî", "Gulistana Dil" û "Çavê Yara" hin stranên wî yên ku pir têne zanîn in.
Sofî di navbera salên 1980 û 1990’î de di televîzyona Sûrî de kar kir û gelek karên hunerî derxist pêş.
Tevî astengiyên destpêkê, muzîk di civaka Sofî de ji tiştên qedexe bû, lê wî guh neda vê yekê û rewş guhart.


