Diyarname
Ji bo dizan her der cihê diziyê ye. Xwediyêwir dijî yan najî qet ne xem e. Belê vê carê diz ketin mala patronê berê yê Appleyê Steve Jobs. Hate gotin ku bi buhaya dor 60 hezar dolar kompîtur û tiştên wî yên taybet hatine dizîn. Piştî bûyerê kesekî 35 salî hat binçavkirin.
Steve Jobs par di 56 saliya xwe de wefat kiribû. Wî piştî xwe nav û mîrateyeke mezin hişt. Niha hate gotin ku kesek bi navê Kerîm McFarlin ketiye mala wî û dizî kiriye. McFarlin ji ber vê yekê hat girtin, ji ber tiştên dizî difirot û ketiye xaniyekê der barê wî de doz hate vekirin.
Ji bo berdana McFarlin 500 hezar dolar wekî kefalet nîşan dan û ji bo danişîna doza wî jî roja 20'ê gelawêjê diyar kirin.
Li gor rayedaran dema diz ketiye malê nezaniye ev amûr aîdê Jobs in.


