Qamişlo
Desteya Bilind a Kurd ku berî demekê ji bo detsnîşankirina sembola xwe dest bi xebatekê kiribû, niha li ser sembolek wekî alê li hev kir. Êdî di xebatan de dê ev sembol bê bikaranîn.
24'ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo di çarçoveya peymana hevkariya di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî a Kurdî de, gaveke girîng hatibû avêtin û Desteya Bilind a Kurd hatibû avakirin.
Deste niha (roja 15'ê mehê) li Qamişloyê li hev civiya û di encama nirxandinê de sembola xwe diyar kir.
Sembola desteyê li ser bingehek kesk ku li dor xelekek sor pêçayî û li nav, yanê li ser keskahiyê rojek zer heye. Perê jî li dor xeleka sor li aliyekê simbil, li aliyê din şiklê zeytûnê heye.
Piştî destnîşankirina sembolê, endamên desteyê malavahiya hemû kesên ku piştgirî dane xebatên wan kirin.
Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl jî li ser heman mijarê bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê. Li ser pirsa gelo ev sembol nûneriya gelê Rojava, yan nûnertiya desteyê dike, Xelîl wiha bersiv da: "Sembol di eslê xwe de nûneriya Desteya Bilind a Kurd dike. Lê wekî tê zanîn 29'ê Tîrmehê mîlyonek kurd daketin meydanan û bi yek dengî gotin, desteya bilind nûnertiya min dike. Ji ber vê çendê ev sembol bi awayekî nûnertiya gelê Rojava dike."
Li ser pirsa gelo ji niha û pêve wê di xwepêşandanên Înê de kîjan al werin hilgirtin jî, Aldar Xelîl wiha got:"Di platformên fermî de wê alên Desteya Bilind, Tevgera Civaka Demokratîk û ala Herêma Kurdistana Federal bilind bibe.”
KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE HAT AVAKIRIN
Di 14’ê gelawêjê de li bajarê Qamişlo di encama civîneke berfereh de Komîteya Têkiliyên Derve ya Desteya Bilind a Kurd ji 10 kesan hat hate avakirin. Kesayetiyên siyasî yên ku ciyê xwe di nava komîteya têkiliyên derve ya Desteya Bilind a Kurd de digrin ev in: “Salih Gedo, Mustefa Oso, Beşar Emîn, Hesen Îsmaîl, Doktor Ebdilkerîm Umer, Îsa Hisso, Hediye Umer, Elî Mihdî, Xerîb Hisso û Zûhat Kobanî.”
Der barê civîna damezrandina komîta têkiliyên derve de Ebndamê Komîteyê Salih Gedo ragihand ku wan di civînê de gelek xalên girîng bi taybetî jî awayê rêxistinkirin û birêvebirina kar guftûgo kirine, her wiha şanê kar û xebata paşerojê ya Komîteya têkiliyên derve destnîşan kirine.
Siyasetmedar û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Desteya bilind a Kurd Salih gedo axaftina xwe wiha dewam kir: “Tiştê herî girîng ew e ku em endamên komîteya me li hev kiriye ku em wekî tîmekî xebatê bi hev re kar bikin.”
Desteya Bilind a Kurd ku nûneriya hemû rojavaya Kurdistanê dike, ji 10 endaman pêk tê: Endamên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK): Salih Mislim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl, Ebdilselam Ehmed. Endamên Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS): Ehmed Silêman, Saaud Mele, Îsmail Heme, Nasir Altin Îbrahim. Muhiyealltin Şêx Elî.
ANF


