Diyarname
Merasima xelatdayîn û bidawîkirina Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) êvara 3'yê mehê li dar ket. Fîlmê Ayşe Polat "Cihê Tarî" xelata Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî girt.
14'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê 26'ê meha borî dest pê kiribû û êvara 3'yê mehê bi dawî bû. Di merasimê de Sirri Soreyya Onder hat bibîranîn. Dîrektorê Festîvalê Ferhan Stêrk got, “Sirri Sureyya sembola azadî û aştiyê ye. Hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê kir. Li gel têkoşîna gelê kurd sekinî û ji bo mafên wan têkoşîn da. Em festîvala îsal LKFF’ê diyariyê sembola aştiyê hevrêyê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder dikin.”
Fîlmê derhêner Manal Masrî "Destdayîna Azadiyê” wekî fîlmê dawîlênanînê yê festîvalê hat nîşandayîn. Fîlm bi serpêhatiyên xwendekarên kurd Jenkidar û Huseyîn ên ku di berxwedana Kobanî de cih girtine, derket pêş.
Di şevê de xelat dayîn dayîn û festîval bi dawî bû.
Va ne fîlmên bi ser ketine:
- Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî: Cihê Tarî / Derhêner Ayşe Polat
- Xelata Mehmet Aksoy a Belgefîlmê Mejrajdirêj a Herî Serketî: Hold Still / Derhêner Berke Baş.
- Xelata Taha Kerîmî ya Belgefîlmê Kurd a Herî Serketî: "Ever Since, I Have Been Flying” / Derhêner Aydin Gokmen
- Xelata Yilmaz Guney a Kurtefîlmê Herî Serketî: "Êş" / Derhêner Borhan Ahmedî û Leîla Baghpira
- Xelata Taybet a Juriyê: "Bizim İsmail" / Derhêner Fatin Kanat, Onder Înce
- Xelata Taybet a Juriyê: "Wergerandina Ulysses" / Derhêner Aylin Kuryel, Firat Yucel
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Şîlan Duzdaban (Bi rola di "Bûka Baranê" de).
- Lîstikvanê Herî Serketi: Korkmaz Aslan
- Xelata Rûmetê: Ji ber fîlmê "Kur" dan derhêner Saman Hosseinpour û ji ber fîlmê "Keçikên Rojê" dan Sarab Nayif Îssa.


