Diyarname
Li bajarê Verona ya Îtalyayê Muzeya Palazzo Maffei heye. Di muzeyê de pêşangehek li dar e ku têde gelek berhemên hunerî hene. Di pêşangehê de kursiyeke ji krîslatan çêkirî hebû. Hunermendê îtalî Nicola Bolla ji Van Gogh îlham girtibû û ji bo çêkirina kursî bi hezaran krîstalên Swarovski bikaranîbû. Heta vir her tişt normal e. Turîst diçin serdana pêşangehe; vê demê du turîstên din jî li pêşangehê bûn. Ji wan jinê li ber kursî foto kişand, lê yê mêr di dema ku foto dikişand de li ser kursî rûnişt û kursî şikiya; Berhema hunerî têk çû.
Rêveberiya muzeyê ev yek wekî "bêhurmetî" nirxand û got ku ev kirina mêvanan nayê qebûlkirin. Muzeyê videoya vê meseleyê bê sansur belav kir. Muzeyê di daxuyaniya xwe de got ku ev berhemeke gelek narîn bû.
Li gor nûçeya New York Postê piştî çend rojan kursî careke din tamîr kirine. Muzeyê gotiye, "Bi rojan em difikirîn ku dikare bê tamîrkirin an na. Lê em bi ser ketin."
Der barê maliyeta ji nû ve sazkirina kursî ku çiqasiye hatiye xercikirin, der barê her du turîstên bûne sedema meseleyê de doz hatiye vekirin an ne nehatiye eşkerekirin.


