Diyarname
Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli li ser şaredarên girtî, ligel van li ser şaredariyên kayûm şandine ser wan ji bo rojnameya Sabahê axivî.
Va ne çend gotinên Bahçelî:
JI BO AHMET TURK
- Li Meclisê Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror didome. Ahmet Turk Şaredarê Mêrdînê bû lê ji peywirê hat girtin. Ji bo li Tirkyeyê aştî û hizûr çêbibe, di vî warî de di diyaloga ligel PKK'ê de wî ked da. Di rewşeke wisa de gere peywira Ahmet Turkî bi paş ve bidin wî. Ew gere bighîje şaredariya xwe. Ev yek dê bibe kedek ji bo hesta biratî û aştiyê.
JI BO AHMET OZER
- Bi heman awayî Ahmet Ozer jî wisa ye. Ger li şaredarî karên ne li rê hebin, karên derveyî zagonê hebin ev meseleyek din e. Lê di paşerojê de li ser PKK dîtinên xwe ji bo raya giştî eşkere kiribin ev jî meseleyek din e. Ger Tirkiye ketibe nava pêvajoya aştiyê divê AHmet Ozer jî bê berdan.
JI BO ÎMAMOGLU
- Gere îdîanameya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bê amadekirin. Sûcdar be bila ceza bixwe, yan na bê berdan. Meha kewçêrê de divê îdîaname amade be û pêşkêşî raya giştî bikin.
JI BO ERDOGAN
- Ez alîgir im Serokomarê me peywira xwe bidomine. Di sala 2028'an de jî bidomîne. Ger carek din ew berendamtî bifikire em wekî MHP'ê emê bi temamî piştgirî bidinê.
JI BO TORA CIVAKÎ:
- Gere kokê tora civakî bê kolandin.Hem ji bo şiklê malbatîbûna me, hem ji bo aştiya civîkî û hem jî piştgiriya me û ji bo nifşê nû bi tendurist bê gihandin divê haydarî hebe. Bi min be di nav nîv saetê de ezê hemû torên civakî bigirim.


