Diyarname
Yek ji civaknasên dinyayê Immanuel Wallerstein di 89 saliya xwe de wefat kir.
Immanuel Wallerstein roja 28'ê rezbera 1930'yan de li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye dinê. Li Zanîngeha Columbia lîsansa bilind temam kiribû. Wî bi dehan salan li zanîngehên navdar ên Amerîkayê ders dan, karên akademiyê domand. Di sala 1971'ê de ji Zanîngeha Yale pênaseya proferosiyê girt. Heta sala 1999'an ku ew malnişîn bû karê akademiyê dom kir. Di jiyana xwe de wî gelek berhemên akademîk pêşkêşî raya giştî kirin.
Immanuel Wallerstein li ser pergala dinyayê, teoriya navend-derdorê nav dabû.
Civaknas Prof. Wallerstein li ser kurdan, têkoşîna wan û çareseriyê jî serê xwe êşandibû û gotar lê kiribûn.


