___Cano Şakir___
Piştî dawîhatina çalakiyên konferansê û ragihandina daxuyaniya dawî(Encamname), qonaxeke girîng dest pê dike ku pêdivî bi cîbicîkirina rast û pêşvebirina bi bandor heye ji bo balkêşandina beşên cuda yên civakê, tevî beşên rewşenbîr.
Ev qonax gelek gavên bingehîn vedihewîne, ji wan diyarkirina armancên berfireh, danîna mekanîzmayek ji bo belavkirina fikr (ramyar )û hişmendiyê ji bo bidestxistina geşebûnek civakî, bi balkişandin li ser dabînkirina cihên ji bo biryarên hilbijartî ji hemû komîteyên destnîşankirî re yê ku di nava meclîsê û komîteya şêwirmendiyê de cî digrin. Mînak, ev dikare çalakî bi rêya platformên cuda werin kirin, û rêvebirina lojîstîkên mehane û salane bi rêya platformên ragihandina civakî were dayîn, heta ku navendeke fermî were amadekirin, û danîna planan ji bo çalakîkirina erkên meclisê, ,her wiha nirxandin û berhevkirina bersivên ji bo amadekirina konferansên pêşerojê.
Girîngiya bendên pêşniyazkirî yên ku di encamnameyê de hatine eşkerekirin.
Hemû bendên ku di daxuyaniya dawî ya konferansê de hatine pêşniyazkirin, bi girîngiya mezin in û hêjayî balkişandinê ne. Bi taybetî benda şazdehan ku bang li ser damezrandina navendek belgekirinê û pirtûkxaneyek pispor dike ji bo parastina nasnameya çandî û olî, û parastina mîrateyê, û tomarîkirina binpêkirinên mafên mirovan.
Pir pêwîst e ku li ser hemû bendên pêşniyazkirî were balkişandin, bi taybetî li ser aliyê wêjeyî û çandî. Armanc û hêviya min jî ew e ku navendek ragihandinê ya mezin were vekirin ji ber girîngiya aliyê ragihandinê û sûdwergirtin ji xwediyên ezmûn di vî warî de pir pêwîste. Ev jî ji bo ku destkeftiyan biparêze û deriyên ewle veke her wiha gavên pêşerojê werin dayîn pêşî li rewşenbîriya bilind vebe.
li gorî daxuyaniya dawî, qonaxa plankirinê ji bo qonaxên pêşerojê pir cêhreng û girîng e di vê dema destnîşankirî de bernameyek zanistî ya serkeftî dikare were orgenîzekirin.
Pir girîng e ku plankirinên berfireh û rast be ji bo misogerkirina serkeftina çalakiyê û bidestxistina armancên têne xwestin. Û plankirin û rêxistina bernameyek zanistî ya serkeftî pêdivî bi xebata kom û rêxistinan heye, û rêxistina van çalakiyan pêdivî bi çêkirina tîmek pispor û hevkarekî jî heye, ku ji kesên pispor û çalak di warên cuda yên têkildarî rêxistinê û hevkariyê bi xebat û tîm û rêxistinên Ewropî û cîhanî pêk tê were kirin. Girîng e ku tîm bikaribe bi awayekî hevkarî bixebite ji bo misogerkirina serkeftina hemû aliyên bernameyê û derbaskirina astengiyan.
Û di dawiyê de, ez hewlên hemû karmendan pîroz dikim û spasiya wan dikim ji bo gihîştina armancên civaka Êzidî ya ber bi projeyek çêkirin û rastandina civakek Êzidî ya ku bi serdemê û pêşketina mirovahî re têkildar be.
***
Nivîsên Cano Şakir ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Konferansa Êzîdiyan di bin navê diyaloga Êzîdî –Êzîdî
- Li Rojava xebatên Avakirina Mezargehek
- Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî
- Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe
- Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê


