Diyarname
Ajansa Rojnews ku navenda wê li Silêmaniyeyê ye biryar da ku beşa xwe ya tirkî betal bike.
Rojnews roja 1'ê kewçêra 2014'an de hatibû avakirin. Beşên wê yên kurdî (kurmancî û soranî), tirkî û erebî hene. Ajansê ragihand ku dê beşa tirkî bigirin.
Ajansê di daxuyaniya belav kiriye de wisa got, "Ji bo em zêdetir cih bidin zimanên herêmê emê ji 30'ê rezbera 2025'an wêdetir beşa tirkî betal bikin."
ANHA'yê jî ragihandibû ku ew beşa xwe ya tirkî betal dikin.
***
Nûçeya Eleqedar:


