Diyarname
Ji çend bajaran dawiya vê hefteyê me çalakiyên hunerî dan hev. Kerem bikin...
AMED:
- 15'ê mehê: Ji bo danasîna pirtûken jinên di zindanan de çalakiya îmzekirina pirtûkên wan li dar dikeve. Di çalakiya moderatoriya wê Roza Metîna wê bike de, Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan, Saliha Aydenîz û Gulser Yildirim wê beşdar bibin.
Çalakî saet 14:00'an li Çand Amedê li dar dikeve.
- 15'ê mehê: Lîstika Şaneşîn Perwormansê ya bi navê "Ji Kela Dimdimê" li Amedê li Şanoya Bajêr a Amedê derdikeve pêşberi şanohezan. Lîstik saet 19.30 de dest pê dike
- 15'ê aşme: Konferanso bi namey "Zazakî û Edebiyatê Zazakî" Erxenî de virazêno. Moderatorî konferansî go Mehmetşah Aslan bikero û niştox Roşan Lezgîn go serê mesela de xeberî bido. Konferans saete 14.00 de dast pa keno.
QAMIŞLO:
- 5'emîn Festîvala Fîlman a Rojava li Qamişloyê li Navenda TEv-Çandê û li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar e. Fîlm têne nîşandayîn. Festîval heta 20'ê mehê lidar e.
MÊRDÎN:
- 15'ê mehê: Lîstika Şanowanê li Mêrdînê derkive pêşberî temaşevanan. "Xulamê Du Xudanan" saet 20'an de wê bê lîstin.
BATMAN:
- 16'ê mehê: Lîstika Şanowanê "Xulamê Du Xudanan" li Yenîsahneyê derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstik saet 20'an de wê bê lîstin.
- 17'ê mehê jî li Yenîsahneyê fîlm tê nîşandayîn.
WAN:
- 15 û 16'ê mehê: Erdal Kaya bi stand-upa xwe "Zikopişto" li ser dika ŞAnowanê ye. Lîstik saet 20'an de dest pê dike.
STENBOL
- 15'ê mehê: Bi beşdariya lêkolîner Zeynelabidin Zinar li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî gotûbêjek li dar dikeve. Ewê li ser ziman, çand û zargotinê de biaxive.
Çalakî saet 16:00'an de ye.
Not: Çalakiyên em hay jê tunebin, em bên agahdirkirin emê lê zêde bikin,