logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Mazlum Ebdî: Emê destkeftiyên xwe biparêzin

  • Dîrok: 18/01/2026
  • Beş: Nûçe

Li Rojava tiştên diqewimin, 18'ê mehê...
Va ne agahiyên îro...

...Ev nûçe tê nûkirin...

*

MAZLÛM EBDÎ PEYAM BELAV KIR: EMÊ DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN
Serfermandarê HSD'ê Mazlum Abdî peyama li ser rewşa nû di Ronahî TV de belav kir. Va ne gotinên ji peyama Ebdî:
- Me gelek civîn çêkirin, me xwest pêşî vî şerî bigirin, lê nebû. Ji aliyê gelek hêzan ve ev şer hat plankirin.
- Ji bo zêde kuştin çênebe, şerê ku dawî û encam ne diyar bû, loma me qebûl kir ku ji herêmên Dêra Zer û Reqayê vekişin Hesekê.
- Piştî em vegerin, li ser îtîfaqê emê bi berfirehî biaxivin. Lê niha em bêjin em dixwazin destkeftiyên herêma xwe biparêzin.
- Ev têkoşîn e, têkoşîneke demdirêj e. Ez bawerim wê hevalên me di vê têkoşînê de jî bi ser bikevin.

 

MAZLÛM EBDÎ WÊ PEYAMÊ BELAV BIKE
Kanala Ronahî TV ragihand ku Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Abdî îşev saet 23.30 de wê peyamek belav bike.
*
WEZARETA SÛRÎ AGIRBEST RAGIHAND
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand li Sûriyeyê agirbest ragihand. Wezaretê got ku li ser bingeha peymana di navbera Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de agirbesteke berfireh ragihandine. 
*

Barrack li ser peymanê peyam belav kir
Nûnerê DYA'yê yê Sûriyê Tom Barrack li ser hesabê xwe saet 7.30'ê de peyamek belav kir.
Barrack li ser navê DYA'yê sipasiya hikumeta demkî ya Sûriyeyê û HSD'ê kir û got, "Em vê lihevkirinê teqdîr dikin û diyar dikin ev Peyman dê li Sûriyeyeke yekpare rêya diyalog û hevkariyê veke.
Barrack wisa got, "Her du rêberên mezin ên Sûriyeye ji bo gelê Sûriyeyê ji zilmê rizgar bikin bi vîzyoneke hevpar tevdigerin, ji bo Sûriyeyeke pêşeroj ronahî ava bikin hatin ba hev. Ev Peyman û şerawestin, ji dêvla neyartiya berê, werçerxeke nû temsil dike."
Barrack diyar kir ku Şara eşkere kiriye ku kurd parçeyeke venaqetin a Sûriyeyê ne, û DYA li bendê ye di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de Suriye wekî endamê nû yê Koalisyona Global bê pirsgirêk bibe yek.
Her wiha Barrack got ku Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de şirîkên dîrokî ne, DYA li bendê ye ew bê pirsgirêk entegre bibin.
*
Peymana hatiye belavkirin:
Lînkê bitikînin

*
Reveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ragihand
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armnaca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand. Qedexe vê êvarê saet 19'an dest pê dike û heta serê sibê saet 07'an e.
*
QUBAD TALEBANÎ LIGEL BARRACK HAT BA HEV
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel Nûnerê DYA'yê yê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê Tom Barrack hat ba hev.
Talebanî îro piştî nîvro li ser vê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û got, "Min di hevdîtinê de got li rojavayê Kurdistanê piştî sed salên bêedaletiyê û bêehlaqiyê em dixwazin mafên kurdan bikevin bin ewlehiyê. Kurdên li wê derê ji bo têkbirina rêxistina terorê ya herî mezin a dinyayê ligel Amerîka û rojavayê dinyayê bûn mutefîk. Di çarçoveya Sûriyeyeke serbixwe û demokratîk de Amerîka û civaka navneteweyî divê piştgiriya mafên kurdan bike."
*

HSD: ÊRÎŞÊN LI REQAYÊ ME TÊK BIRIN
Navenda Ragihandina ya HSD'ê diyar kir ku komeke şaneyên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst êrîşê hêzên QSDˊê yên li bajarê Reqayê kir, lê hêzan êrîşên wan têk birin. Di daxuyaniyê de hat got ku di van kêliyan de hêzên HSD'ê operasyonên paqijkirinê û serdekirina şaneyan dane destpêkirin. (Ev peyam piştî nîvro hatiye belavkirin)
*

Ebdî: Em hewl didin şer rawestînîn, bila gel li dora şervanên me be
Ronahî TV ragihand ku Serfermandare Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdi ligel El Şara bi telefonê axiviye. Nûçe dibêje nîqaş li ser agirbestê hatiye kirin, lê hûrgiliyên din di nîqaşê de ne.
Li aliyê din Ebdî ji bo ANHA'yê jî wisa gotiye: “Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên ji bo aramkirin û agirbestê, bi alîkariya aliyên navneteweyî, berdewam in. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî wêrekî li dora zarokên xwe, şervanên me bicivin û di baweriya xwe de bi israr bimînin.”
*

'EM BENDAVÊ NATERIKÎNIN'
Serfermandare eniya Bendava Tişrînê yê HSD'ê Kawa Qeremox ji bo ANF'ê gotiğe, "Hêzên me li mewziyên bendavê ne û berxwedana xwe bi bawerî didomînni. Emê heta dawî ber xwe bidin. Erê dixwazin em bendavê berdin lê emê bi tu awayî bendavê bernedin bila gelê mi bizanibe. Gelê me ji bo vê bendavê gelek berdel dan, zarokên wan şehîd ketin. Bila gelê me bi hêzên xwe bawer be, çawa berê me ev der berneda, emê niha jî bernedin."
Qeremox gotiye ku li pişt geniyê tang û erebeyên zirxî yên dewleta Tirkiyeyê hatine bi cih kirin, lê ew bên jî, ewê bendavê neterikînin.
*
LI TIŞRÎNÊ ŞEREKE GIRAN DIDOME
Ji 16'ê mehê ve çekdarên girêdayî Artêşa Ereb a Sûriyeyê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û niha êrîş girantir kirine. Vê sibê de bi giranî êrîşê dibin ser Tişrînê ku li başûrê bajarê Kobanî yê Kantona Firatê ye.
Êrîş bi bi tang, top û çekên giran, bi liv û tevgera droneyên bombebarkirî didome. Li gorî agahiyan, li Girê Suryatel ê li herêmê di navbera şervanên HSD-YPJê û çekdarên Artêşa Erebamn de didome.

*

Ocalan: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e

Heyeta DEM Partî ku 17'ê mehê (duh) çû Îmraliyê û ligel  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalna re hevdîtin pêk anî, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Heyetê diyar kiriye ku hevdîtina wan bi qasî du saet û nîvê dom kiriye û gotiğe, "Ocalan bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî ye û perspektîfa 27'ê Sibatê/Reşemiyê derbasdar e. Careke din bal kişand ser girîngiya avêtina gavên pêwîst û pêşvebirina pêvajoyê."

Di daxuyaniyê de tê gotin ku mijara wan a bingehîn ad uh Sûriyeyê bûye û wisa gotine, "Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş wekî hewldana ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir. Bi israr destnîşan kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi diyalog, muzakere û aqilê hevpar dikare bên çareserikrin û divê bên çareserkirin."

Daxuyanî dibêje Ocalanî gotiye, "Ew amade ye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne ku ev pirsgirêk bi axaftinê ji ser zemîna şer bê rakirin" û wiha dawî kirine, "Di vê mijarê de careke din bang li aktor û aliyan hemûyan kir ku bi rengekî erênî bi rola xwe rabin û bi hesasiyet û berpirsyariyê tevbigerin."
*
RÊVEBERIYA XWESER SEFERBERIYA GIŞTÎ ÎLAN KIR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên çekdarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewletên li pişta wan û hêzên şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê daxuyaniyeke belavkir.

Rêveberê hemû herêma di bin destê wê de seferberî ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji duh sibeha heya niha ji gelek aliyan ve êrîşê hêzên me dikin û wiha dom kir, "Tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û daxuyaniya niyeta qenc a vekişîna ji hin herêman, lê Şamê li ser şer û vebijêrka leşkerî bi israr e. Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, rêgeza xweparastinê esas bigire, li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibe, bajarên xwe biparêze û tev li cenga parastina rûmetê bibe."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanc ji van êrîşan têkbirina xwişk û biratiyê ye ku bi xwîna keç û xortan pêş ketiye û wiha dom kir, "Di heman demê derxistina fitne û tundiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, her wiha bi armanca hedefkirina pêkhateyên resen ên Sûriyeyê û ferzkirina yekrengî li ser pêkhateyên din e. Em li pêşberî qonaxeke werçexrê ne; an em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî dê hemû cureyên zilm û heqaretê li ser me werin kirin. Li ser vê yekê em seferberiya giştî radighînin û bang li gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide QSD û YPJ’ê."

Rêveberiya Xweser jibo herêmên Kobanî û Cizîrê got, "Di serî de ciwan em bang li hemû beşên gelê xwe dikin ku çek rakin, li hemberî êrîşên muhtemel li ser herêmên Cizîrê û Kobanî bisekinin. Divê em bizanibin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek vebijêrk heye ew jî berxwedana gel e. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên nemerdane li dora hêzên xwe kom bibe, hevgirtî be û amade be."

Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 10 2026

Baranê 10 pûan li bendavan kir

news
  • 16 10 2026

Encamnameya Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê: 20 xal

news
  • 15 10 2026

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

news
  • 15 10 2026

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Bajarên kurdan jî têde, li 24 bajaran îhtîmala erdhejên mezin

ad

Belgefîlmekî din li ser "Silo Qiz"

ad

Ji Wanê çend dîmenên zivistanê

ad

Marogulov û alfabeya wî ya latînî

ad

Li navenda giştî ya HDP’ê karbeşiya nû çêbû

ad

Cenazeyê Elçî dê bibin Şirnexê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname