Piştî binçavkirina bi du rojan hunermenda Yelda Ebbasî hat berdan... (Ev agahî piştî berdanê li nûçeyê hatiye zêdekirin)
***
Diyarname
Hunermenda Yelda Ebasî li bajarê Meşhedê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand nûçe ragihand. Hunermend Yelda Ebasî ku li nav kurdan gelek tê hez kirin li ALmanyayê dijî û ji bo sedana malbatê çûbû wir.
Endamê Birêvebiriya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Erselan Yarehmedî ji bo Rûdawê gotiye, “Yelda Ebasî 23'yê vê mehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala dayika xwe ya li bajarê Meşhedê hat desteserkirin.”
Li gor agahiya Yarehmedî hunermend Ebasî avêtine Girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê.
Hunermend Yelda Ebasî ligel zaroka xwe ya 18 mehî û mêrê xwe Abdîn Şarîwer çûbû serdana malbatê.
Erselan Yarehmedî li ser sedema girtinê diyar kiriye ku ji ber dosyaya çalakiyên dema 2022'yan ku salek cezayê girtinê Lê birîbûn hatiye girtin.
Hunermend Yelda Abbasî ligel hunermend Abdîn Şarîwer roja 20'ê rêbendana 2023'yan li Almanyayê zewicîbûn..
(Foto arşîv, ji dema zewaca wan)
**
Nûçeyên eleqedar:
- Yelda Ebasî xelata ‘Beriya Zêrîn’ wergirt
- Ev agahiyeke xweşik e: Hunermend Yelda Abbasî zewicî
- Ji bo yaran strana 'Lê Yarê' hate vegotin
-


