Stenbol
Endamê Desteya Bilind ya Kurd a Rojavaya Kurdistanê Îsa Heso bang li raya giştî ya demokrat a Tirkiyeyê kir û wiha got: “Bila zext û planên Tirkiyeyê yên li ser kurdan rabikin. Bila hawara aştiyê di navbera gelan de bidome.”
Îsa Heso ku ji bo Konferansa Rojhilata Navîn ya Kongreya Demokratîk a Gelan hat Stenbolê pirsên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) bersivand.
Heso diyar kir ku têkoşîna rojavaya Kurdistanê nû dest pê nekiriye û wiha got: “Li Kurdistana Sûriyeyê 4 hezar şehîdên me hene. Ev têkoşîna azadiyê, xwe dispêre paşeroja kevneşopiyeke ya xwedî bingeh.”
Heso da zanîn ku li Sûriyeyê dema pevçûn nû dest pê kiriye projeya ‘xweseriya demokratîk’ pêş xistiye û wiha got: “Ji bo xweseriya demokratîk bikeve meriyetê me hêza xwe ya parastina rewa ava kir. Me meclisên çandî û ziman ava kir. Me ji gundan heta taxan meclisên gel ava kirin. Bi hevkariya van meclisan me li ser qadê di asta xweseriya demokrastîk de qadên xwe çêkirin.”
Heso di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li seranserê Sûriyeyê hemû xizmet rawestiyane lê li herêmên kurd lê dijîn her tişt bi rê ve diçe. Ji bo gelê me nekeve zehmetiyan em bi Mesûd Barzanî re ketin nav têkiliyê. Me bi vê yekê kanalên têkiliyên aborî yên başûrê Kurdisanê vekir. Em niha di nav berxwedaneke mezin de ne. Em naxwazin gelê me bikeve nava pevçûnê. Ji bo parastina statuya heyî em her tiştî dikin. Banga me ji bo demokratên Tikriyeyê ev e. Bila zextan li Tirkiyeyê bikin ku plan û zextên wan yên li ser gelê kurd bi dawî bibin.”


