Diyarname
Şaxa Mazlûmderê ya Stenbolê îsal 7'emîn car "Dibistana Mafên Mirovan" li dar dixe. Mazlûmder ku ev sala 7'an e vê dibistanê li dar dixe ji bo serîlêdanê heta 5'ê meha 11'an dem daye. Ji kesên serî lê bidin dê 30 kes bi mulakatê bêne hilbijartin ûdibistan dê 10'ê mehê dest pê bike.
Dibistana Mafên Mirovan 2012 ya Mazlûmderê dawiya hefteyê di navbera saetên 09.15 - 16.00'an de li dar bikeve û dê 6 hefteyan bidome. Ev xebat dê 16'ê meha berfanbarê bi dawî bibe.
Mazlûmder ku li ser mafên mirovan û piştgiriya ji bo mezlûman dixebite herî dawî roja 22'yê vê mehê li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên siyasetmedarên kurd ên li girtîgehan daxuyanî dabû.Serokê Giştî yê Mazlûmderê Ahmet Faruk Unsal wisa gotibû ku daxwazên girtiyan di cih de dibînin, divê tecrît bê rakirin, mafê perwerdehî û parastinê bi zimanê zikmakî bê qebûlkirin.
Kesên bixwazin serî li Dibistana Mafên Mirovan bidin dikarin bikevin malpera Mazlûmderê:
http://istanbul.mazlumder.org/


