Diyarname
Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen 1954–2021" (Azadî: Bîranîn 1954-2021) roja 26'ê sermaweza 2024'an nivîsandibû û hatibû belavkirin.
Merkel piştî serokwezîriya Almanyayê ligel şêwirmenda xwe ya herî nêz û asistana xwe Beate Baumann ev pirtûk nivîsandibû. Pirtûk li 30 welatan hatibû belavkirin.
Ji serdema zarokatiya wê ya ku li Almanyaya Rojava derbas bû heta hilweşandina Dîwarê Berlînê ya di dema 1980'an de, ji qeyranên siyasî heta ku bû Serokwezîra Almanyayê û hevdîtinên wê yên ligel rêberên din ên welatên dinyayê gelek agahî/bîranîn têde hene.
Merkel li ser hevdîtinên ligel Serokomarê Fransa Macron, Serokdewletê DYA'yê Obama, Serokdewletê Rusyayê Putin, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û rêberên din bîranînên xwe nivîsandine.
Merkel qala hevdîtina xwe ya ligel Trump ku cara pêşî dema bûbû Serokdewletê DYA'yê jî dike û ji bo wî dibêje, "Ew xwe wekî emlakfiroşekî dinyayê dibîne û her tiştê dibîne dikare bikire." Merkel qala destnedana Trump a wê jî dike û dibêje, "Bi vê xwest min biçûk bixe."
Pirtûk heta niha ji bo tirkî nehatibû wergerandin, niha Deniz Weber ew wergerandiye tirkî û wê ji Kadim Yayinlari derkeve.


