Diyarname
Nivîskar Îrfan Amîda vê carê bi pirtûkek çîrokan li pêşberî xwendevanan e.
Nivîskar Îrfan Amîda wekî helbestvan hat nasîn. Berî ku pirtûka wî ya pêşî ya helbestan "Dîmenên Derizî" derkeve wî gelek nivîs jî nivîsîbûn lê bi vê re û piştê vê pirtûkê jî gelek helbest nivîsîn. Dûre roman nivîsîn, lê heta niha pirtûkek wî ya çîrokan derneketibû, ev ya yekem e. Niha bi vê pirtûkê, pirtûka ku navê "Dînolog" lêkiriye di vî warî de jî berhema xwe pêşkêş kir.
Pirtûka ku ji Weşanên Lîs derketiye ji 64 rûpelan pêk tê.
Tehsîn Beravî li ser "Dînolog" wisa gotiye, "Dînolog metneke sade ye. Wê xwîner di Dînologa Îrfan Amîda de pêrgî zemîneke razber bê ku bi panoramaya xwe ya xweser mirov difikirîne. Belkî jî zemîn bi goşt û hestî ye, lê ew û zeman li hev naguncin. Zeman ku ji xwe re zemînekê dibîne diherike, carinan jî bi giranîya xwe bi zemînê ve dizeliqe. Di Dînologê de pirî caran 'zeman' ji xwe re zemînekê nabîne û kevn dibe, diwerime, genî dibe. Niwaze ye ev berhem."
Parçeyek ji pirtûkê:
Kesekî ne ji rêzê…
Serborîyê cih lê teng kiriye.
Belkî rijikek di dest de be wê xelekekê xêz bike û xwe tê de veşêre leheng.
Tune…
Paranoyakekî bêqisûr…
Tayekî bi tena serê xwe…
Li parzemîneke ne ewle…
Di bêdengîyeke risasî de…
Vedikişe mala xwe.
Tê digihêje ku berhengarîyek hebe ew jî danîna sînoran e.
Lê li ku?
- Dînolog / Îrfan Amîda / Weşanên Lîs / Çîrok / 2026 / 64 rûpel
***
Portreya Mehê:
- Li nav wêjeya kurdî portreyek qedirbilind: Îrfan Amîda


