Diyarname
Weşanên Lîs du klasîkên din ên dinyayê wergerandin kurdî û çap kirin. Pirtûka çîrokan "Prensê Bextewar" a Oscar Wilde ji aliyê Samî Hêzil, romana Jonathan Swift a bi navê "Serpêhatiyên Gulliver" jî ji aliyê Aram Zoza ve hatiye wergerandin.
"SERPÊHATIYÊN GULLIVER"
"Serpêhatîyên Gulliver" romana Jonathan Swift e ku ji 366 rûpelan pêk tê. Pirtûka bi wergera Aram Zoza ji Lîsê derket. Pirtûk cara yekê di sala 1726'an de hatiye nivîsandin û yek ji klasîkên edebiyata îngilîz e.
Jonathan Swift di "Serpêhatîyên Gulliver" de dide pey şopa cerahekî ji rêzê yê îngilîz, bi navê Lemuel Gulliver, her ku piştî rêzeqezayên deryayî û bobelatên bi serê wî de tên dibe şahidê cîhan û bûyerên derasayî. Ji Lilliputiyên çir yên bejinbihost bigire heya Brobdingnagiyên gewre; ji Laputaya ji hêla zanyarên şewişî ve tê kontrolkirin bigire heya Houyhnhnmên xwedan secîhîyeke micid ku xwezaya mirovan dide ber pirsan, her rêwîtîyeke ku tuşî Gulliver dibe, zanîna wî ya li ser sîyaset, ilim, hêz û mirovahîyê serûbin dike.
"PRENSÊ BEXTEWAR"
"Prensê Bextewar" navê pirtûka çîrokan a Oscar Wild e. Pirtûk di sala 1888'an de hatine çapkirin û ketiye nava klasîkên dinyayê. Wilde bi gelek cureyên nivîsê re eleqedar bû û bi çîrokên xwe jî navdar e. Çîrokên wî "Prensê Bextewar" (The Happy Prince) ku nav daye pirtûkê jî, ilgel pênc çîrokên din niha bi wergera Samî Hêzil li pêşberî xwendevanan e.
Li cihekî bilind ê bajêr, li jor stûneke dirêj, peykerê Prensê Bextewar li ser pêyan bû. Her derê wî bi pelgên zêrê saf xemilandî bû, li şûna çavên wî du safîrên şîn hebûn û yaqûteke mezin î sor li ser qebza şûrê wî dibiriqî...
- Prensê Bextewar/ Oscar Wilde / Werger Samî Hêzil / Lî / Çîrok / 2026
- Serpêhatîyên Gulliver/ Jonathan Swift / Werger Aram Zoza / Lîs / Roman / 2026


