Diyarname
Nivîskar û rewşenbîran bang li Parêzgariya Hesekê û Rêveberiya Çandê ya Hesekê kir ku îsal Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê (Pêşengeha Şehîd Herekol) li dar bixin.
Di serdema Rêveberiya Xweser de 9 salan li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar ket. Îsal ne diyar e wê çawa be û tu biryar jî nîn e. Li ser vê yekê komek nivîskar û rewşenbîrên Rojava bi daxuyaniyekebang li Parêzgeha Hesekê û Rêveberiya Çandê ya Hesekê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Pêşangeha Pirtûkan a Qamişlo ya salane 9 salan li pey hev ji bo xelkê herêmê bûye bûyereke çandî ya girîng" û wiha hat domandin, "Pêşangeh bûye beşeke bîrdanka me ya çandî û ji bo xwendevan, nivîskar, rewşenbîr, weşanxane, pirtûkxane û saziyên çandî bûye derfeteke kombûnê û hevdîtinê ya salane. Rêveberiya Xweser a herêmê di salên aloziya Sûriyeyê de bi berdewamî ev pêşangeh li dar xistiye, tevî rewşên awarte, şer, tundî, koçberî û kêmbûna mercên aborî û jiyanê. Êdî lidarxistina pêşangehê ne tenê bûyereke ji bo pêşandana pirtûkan bû, lê bûye ezmûneke çandî û nîşana biryardariya domandina jiyana çandî û rewşenbîrî li hember şer, tundî, koçberî û zehmetiyên jiyana rojane."
Wan banga xwe bo rêveberî kir û got, "Em daxwaza ragihandina bilez a dîrok û cihê lidarxistina pêşangeha pirtûkan a îsal dikin û daxwaz dikin ku komîteyeke amadekar bi hevkariya saziyên çandî, weşanxane, pirtûkxane, nivîskar û rewşenbîrên herêmê were avakirin.”
Çara yekê di sala 2017'an de ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser ve pêşangeha pirtûkan hatibû li dar xistin.


