Diyarname
Nivîskarên kurd çalakiyeke bi navê "Yadkirina Arjen Arî" li ser Arî li dar dixin.
Helbestvanê kurd Arjen Arî ku di 30.10.2012'yan de wefat kir, niha bi çalakiyeke din tê bibîranîn. Komeleya Nivîskarên Kurd ku Arjen Arî hem endam hem jî demekê endamê rêveberiyê bû, niha çalakiyeke hunerî li ser wî li dar dixe. Çalakiya ku navê "'Şêrgele hene, Şêrgele' Yadkirina Arjen Arî" lê kirine dê têde panel, muzîk û xwendina helbestan hebe.
Li gor agahiyên ku rêveberiya komeleyê dan me dê çalakî bi axaftina destpêkê da nivîskar Dilawer Zeraq û kurê Arjen Arî Behzat Arî dest pê mbike. Paşê bi sînevîzyona li ser Arjen Arî bidome û dûre dê derbasî panelê bibin. Di panela ku dê Serokê Komeleyê û helbestvan Şêxmûs Sefer moderatoriya wê bike de, dê Berken Bereh, Kawa Nemir û Şerefxanê Cizîrî li ser Arjen Arî biaxivin.
Her wiha dê helbestvanên ciwan Rûken Pel, Xecê Omerî, Umit Esen û
Rêdûr Dîcle jî helbestên Arjen Arî bixwînin. Her wiha hunermend Mehmet Atli jî dê stranên xwe yên ku ji helbestên Arjen Arî kirine stran pêşkêşî mêvanan bike.
Çalakiya Yadkirina Arjen Arî ku Komeleya Nivîskarên Kurd bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê organîze dike, dê roja 27'ê vê mehê saet 13.30 de li Navenda Çanda Cegerxwîn a li Kayapinara Amedê li dar bikeve.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derket
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo xwendina nûçeyê LOGO'yê bitikînin
.jpg)