Diyarname
Em qala Nîna Sîaxalî Mûradî dikin. Ew ji bo endamtiya Meclisa Şaredariya Kazvînê hat hilbijartin. Lê bi îdîaya 'Ji bo siyasetê zêdetir xweşik e' ji peywirê hat girtin.
Li gor nûçeya rojnameya The Timesê Mûradî di nav 163 berenadaman de bi 10 hezar dengî hat hilbijartin, lê ji aliyê mihafezekaran ve ji endamtiya Meclisa Şaredariyê hat îxrackirin.
Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Mafên Mirovan a li Îranê ji Facebookê daxuyaniyeke weşand û got ku mihafezekar ji ber ku di Meclisa Şaredariyê de hebûna jinekê aciz bûn, xweşikiya wê wekî sedem nîşan dane. Peywirdarekî astjorîn ê ji meclisê jî gotiye, "Em li meclisê naxwazin mankenek bibînin."


