Diyarname
Mebûsa Serbixwe û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk ji bo navê Wanê ku bi awayekî fermî li Tirkiyeyê "Van" e bê guhartin û êdî wekî "Wan" bê bikaranîn pêşniyar zagoneke amade kir û da meclisê.
Tugluk pêşniyar zagona xwe de got li herêmê bi sedan salan e gel wekî Wan nav bi lêv dikin û wisa dom kir: "Dema navê Vanê bi navê orjînal Wanê bê guhartin hem dê rewşa antîdemokratîk a dijî çanda gelê herêmê bê betalkirin, hem jî dê navê bajar bi awayê fonetîk dirust bê bilîvkirin."
Wekî agahî: Li Meclisa Tirkiyeyê her mebûs dikare pêşniyar zagonek amade bike û bide meclisê. Piştî vê kêliyê serokatiya meclisê (ku her gav di destê partiya desthilatdariyê de ye) li gor hejmara pêşniyar zagonan wê dadixe Lijneya Rêveberiya Meclisê ji bo nirxandin û dengdayîna mebûsan. Ger piranî bibêjin erê ew pêşniyar zagon tê qebûlkirin. Lê li Tirkiyeyê partiya li desthilatdarî heta niha nehatiye dîtin ku dengên erê bide pêşniyar zagoneke partiyên din.


