logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Gelo pîvanên rêveberiyê îro kîjan in?

Van demên dawiyê, bi taybetî jî, piştî ku di bakûrê Kurdistanê da dest bi amadekariyên hilbijartinên şaredariyan bûne, h

  • Dîrok: 26/11/2013
  • Beş: Serbest

Ezîz ê Cewo

Van demên dawiyê, bi taybetî jî, piştî ku di bakûrê Kurdistanê da dest bi amadekariyên hilbijartinên şaredariyan bûne, hinek nirxandin û goftûgo destpêbûne, yên ku ji hêla helwest û nêzîkbûnên cuda ve balkêş in…    

Helbet nirxandin û goftûgo tiştine baş in, ew derfetan diafirînin, ku mirov rewşa pêvajoyên hundurîn ên civakê çêtir têbigihîje. Heya çiqas nêrînên dijberî hev hebin, ewqas wê rêyên çareseriya pirsgirêkan û rêbazên çareserkirina wan hêsatir bên dîtin. Jixwe tê zanîn, ku pêvajoyên dîrokî, yên ku gelê kurd pêra derbaz bûye, û ew siyasetên  înkar, tunekirinê û qedexeyan, yên ku ji hêla dagerkeran ve li hember wî hatine meşandin, dawiya dawiyê di encamê de di nav civaka kurd de rewşek derxistine holê, ya  ku dijî hebûna gelê kurd bi xwe ye – wekî netew. Êdî em di derbarê mafên wî yên mirovî de jî nabêjin.

Îro rewşa gel û welatê me ev e, ew bi dilê me be an – na!.. 

Û ji ber vê rewşê jî di nav civaka kurd de rêzek pirsgirêkan rû dane, û ew dem bi dem xwe didine xuyan.

Yek ji wan pirsgirkan jî pirsa ji hêla siyasetmedar û çalakvanên siyasî ve zanibûn an nizanibûna zimanê dê ye. 

Li vir wekî ku tê zanîn, gelek kesên ku beşdarî têkoşîna ji bo mafên gelê kurd ê netewî-mirovî bûne, an zimanê zikmakî nizanibûne, an jî pir kêm zanibûne. Û ev yek jî ne ku gunehê, lê bedbextiya wan wan bûye, bedbextiya me tevan… Lê, yên ku ev şoreş gihandine vê astê jî, bi xwe ev dot û lawên gelê kurd ên hêja bûne. Yên ku ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dê jî bi aktîvî ewqas têkoşîn kirine, ku têra hemûyan jî kiriye. Û gelekên wan, hema ku derfet peyda bûne, zimanê dê yê li wan qedexekirî ji nû ve fêr bûne. Û, dîsa divê bê zanîn, yên ku zanebûna zimanê dê kirine ferza demê û erêniya roja îroyîn jî, dîsa ew bi xwe ne… 

Belê, rast e, netew berê pêşîn bi ziman tên nasîn û ji hev cuda dibin. Û ziman ew stun e, ya ku li dora wê hemû nirxên neteweyî tên hûnandin: wêje, çand, huner, deb û tore, ken û girî... Bi gotinekê, yên ku neteweyê dikin netew û li ser pêyan dihêlin jî ew in. 

Belê, ev wisa ye, lê ya me kurdan, çarenûsa me bi destê dagirkeran û bi rêya bîr û bawerî û îdeolojiyên wan hatiye serobinkirin. Eger em bi prênsîpa: “ev an ew mirov kurdî dizane, yan nizane”  nêzîkî pirsê bibin, wê demê ji sedî pêncî–şêstê  kurdan wê  derî her tiştî bimînin. 

Lê, ji hêleke din ve, hinek kurdên me hene, yên kurdî baş dizanin (û ev jî ji qencî-jêhatîbûn-mêrxasiya wan nîn e; di jiyanê de merc û derfet ji bo wê hebûne!), û hinek ji van jî ew ziman ji xwe re kirine hêmana xwe pê jiyankirinê û ji bo mafê gelê xwe yê neteweyî hîç tiştekî jî nakin… Lê, berovajî vê, gelek kurd jî hene, yên ku kurdî an baş nizanin, an jî - hîç (û hev jî ji nuxsanî, neqencî û newêrekiya wan nîn  e, ev encama çerenûsa gelê me ya trajîk e!), û ev kes ji bo ziman, çand, huner...û neteweya kurd ewqasî dikin, heya bê – bes e! 

Ji bo ku îro hemû hêz û derfetên mirovî yên gel bikevin xizmeta berjewendiyên neteweyî, divê em vê pirsê nekin mijara goftugoyan. Daxwazê wiha di welatên xwedîn dewletên serbixwe de didin pêş kadroyan... Divê em, wekî netew,  hemû kurdên dilsoz, zane û fedekar, ên ku dikarin vî gelî re xizmetê bikin, hemûyan dewetî nav vî karî bikin û hîç nenihêrin, ka ew çiqasî zimanê kurdî dizanin, an nizanin... Ger wisa nîn be emê gelekan winda bikin – wekî netew! Helbet, ma kî nizane, ku, ger mirov zimanê xwe yê dê bizanibe pir xweş e, lê mirov çi bike, çarenûsê ev rewş, wekî mîrasa bêdadî û nemirovahiyê, para me derxistiye!

Û yek jî, dema mirovên wiha di karê xwe de bi tu awahî xwe nedane paş, hinek ên di nav me de jî, yên ku kurdî dizanin, an tiştekî nakin, an jî ji karên yên dinê re dibin asteng...  

Belê, di jiyana me da (û, her wiha, ya her netewê de) tiştê ku mirov rexne bike, hene, lê divê mirov van rexneyan neke mjara rojeva siyasî û ji pêvajoyên civakî û siyasî re astengiyan dernexe… 

Eger wisa bibe, wê pir ne baş be! 

Ma, eger em bi wê pîvanê nêzîkî pirsê bibin, wê demê kiyê li vî gelî xwedî derkeve û jêra xizmetê bike?

Her çi jî hebe, ez bi hêvî û bawer im, ku hemû beşên civaka me wê di nava xwe da hêzê bibînin û bi rayê xwe yê neteweyî di nav pêvajoyê de ciyê xwe yê hêja bigirin û xizmeta vî gelî bikin.

Emê tenê bi yekîtî bikaribin dest bidin destê hev û bi hev re vê bêdadiya dîrokî ji ser xwe bavêjin… 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dr. Behram Salih dibe Serokomarê Iraqê

ad

Wêneyê rojê îro ji Şemzînanê hat

ad

Fîlmê hefteyê: 'Nêrîna Ûlîs'

ad

Ajokarê kurd li Almanyayê bi ser ket

ad

Salane 35 mîlyon Euro pêşniyarê Iniesta kirin

ad

Belgefîlmê "Nûjiyan" tê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname