logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Wêje û nasname

Wêje xwedî risteke girîng e di avakirin û veguherîna nasnameyê de. Berhemên hunerî (mîmetîk) her çiqas vebeyandineke ji

  • Dîrok: 03/12/2013
  • Beş: Serbest

Sîdar Jîr


Wêje xwedî risteke girîng e di avakirin û veguherîna nasnameyê de. Berhemên hunerî (mîmetîk) her çiqas vebeyandineke ji civakê be jî, di dema wergirtinê de ango vebeyîna li civakê jî de dibe faktoreke guherînê. Ji bo xwendevan an jî beşên din ên civakê, wêje di avakirina nasnameyê de û pêvajoyên wê de bi awayekî çalak cihê xwe digire.

Di xwedînasnamebûna neteweyî, olî, siyasî, çandî, zayendî û hwd. de rasterast xwedî risteke çalak e. 

Di nava çeşnên wêjeyê de, yên ku di avakirina nasnameyê de herî bandor roman, helbest û çîrok in. Bêguman e ku bidestxistina nasnameyeke nû, li ser zemîna civak-nasnameyê pêk tê û ya ku herî zêde dikare vê yekê bi xurtî pêk bîne roman e. Roman dikare ji aliyê nasname û modernbûnê ve jî were nirxandin. Ji ber ku roman -tevî hemû cûreyên xwe bingeha xwe li ser civakê yan jî jinûvesazkirina ‘civakên xeyalî’ jî bi xwe re diafirîne. Bi vê rewşê, rasterast tesîrê li avakirina nasnameyeke din dike.

Hebûna wêjeyê ku ji rewşa civakî û pêvajoya dîrokî ne dûr û qetiyayî ye, rasterast di pêvajoya avabûna nasnameyê de jî xwe dide der. Di avabûna nasnameyê de mirov nikare tenê di çarçoveya estetîzmê de wêjeyê binirxîne . Wekî pêvajoyeke domdar divê were nirxandin… Wêje ew mekanîzma ye ku hewl dide hest û ramanên girseya ku pê re dikeve têkiliyê veguherîne, dirûv didê û tesîreke berbiçav li wê girseyê dike. Ev hêla wêjeyê jî bi awayekî civakî dike ku mirov berê xwe bide rabirdûyê û bi wî awayî dahatûyê binirxîne. Dema ku girse berê xwe bidin rabirdûyê û hewl bidin bi wê amûrê (wêjeyê) li dahatûyê binihêrin tê wê wateyê ku wêje rasterast tesîrê li şêweya jiyanê bi xwe jî dike. Ji ber ku hemû şêweyên jiyana civakekê di wêjeyê de cihê xwe digirin; ev yek jî avabûna nasnameyê bi xwe ye. Pêşî bi awayekî katharsîsî/kesayetî û paşê jî di parametreyên nasnameya civakî de roleke sereke dilîze. 

Bêguman, wêje di avakirina nasnameyeke nû de, riya bîrdozî, hişmendî û feraseteke dîtir a xwendevanên ku mûxatabên berhemên wêjeyî ne vedike. Wekî mînakeke berbiçav mirov dikare bi giştî li ser têkiliya Şoreşa Fransayê û wêjeya wê serdemê hûr bibe û wê têkiliyê bêhtir veçirîne. Bi bayê Şoreşa Fransayê re wêjeya Fransewî li hemû cîhanê belav dibe û bi wî bayî re Fransewî dibe parçeyekî nasnameya rewşenbîriya wê demê ya cîhanê. Lewma wêjeya Fransewî jî rê li ber wêjeye ‘modern’ a cîhanê vedike û nasnemeya ku bi wêjeya klasîk ve pêk hatibû êdî ciyê xwe ji neçarî(ji ber hêza guherîner a şoreş û wêjeyê) dide nasnameya neteweyî ya ‘modern’ û bi vî awayî li hemû cîhanê wêje ligel şoreşê dibe hêza herî xurt a avabûna nasnameyeke nûtir. 

Ji ber ku wêje vegotina jiyan û helwesta netewe û welatiyan e, maka nasnameyê û hişê civakê ye. Lewma jî wêje pergala vegotinkariyeke ku li ser bingehek xurt a çandî ava bûye. Bi vê yekê ve girêdayî mercên civakî û bingeha çandî di asoya wêjêyê de çiqasî tesîrê lê bike, wêje jî bi wî rengî tesîrê li civakê dike û dirûvekî didê. Ev tesîrkirin û dirûvdayîna civakê jî avabûna nasnameyê yan jî veguherîna nasnameyeke civakî bi xwe ye.

 

***

 


 

Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Wêje û Bîrdozî –III
-  Wêje û Bîrdozî –II- 

- Wêje û Bîrdozî - I -

- WÊJE Û KODÊN CIVAKÊ

- BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN

- Kurtebersiva Wêjeya Şoreşê 

 

   


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sempozyûmek li ser Girtîgeha Amedê

ad

"Şexawan" diçe Festîvala Parîsê

ad

Zarok li Sûrê dê bicoşin

ad

Va ne hemû çarîk fînalîst

ad

Dîplomaya Lîsansê ya Ekrem Îmamoglu jî betal kirin

ad

Ev jî çêbû: Bi pere jî reklam neweşandin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname