Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd ligel Weşanên J&J, Weşanên Ronahî, Weşanên Belkî, Weşanên Lîs ji bo 7 nivîskaran çalakiya roja îmzeyê li dar xist. Roja îmzeyê li Salona Navenda Çandê ya Cegerxwîn li dar ket. Berendamên Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî çûn serdana nivîskarên kurd, pirtûkên bi kurdî girtin û bi nivîskaran dan îmzekirin.
Di çalakiyê de nivîskar Enîse Şêrîn, Kîbar Krîstîn Ozbey, Sîpan Xizan, Feratê Dengizî, Mehmet Deviren, Rojeng Rojbîr û Hasîp Yanliç amade bûn û pirtûkên xwe îmze kirin.



