AMÛDÊ
Derbarê teqîna li bajarê Tirbespiyê pêk hat û di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan de Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo got, “Armanca van kiryaran biratiya gelan û vala derxistina Rêveberiya Xweser e.” Xelo dest nîşan kir ku kiryara kirêt a ku duh ji alîyê çeteyên DAIŞ'ê bi tirimpêleke bombebarkirî li bajarê Tirbespiyê pêk anî de Endamê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Elî El-Giûd hedef girtîye.
Li gor nûçeya ANHA'yê Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo diyar kir ku teqîna şeva din li bajarê Tirbespiyê pêk hat Endamê Meclisa wan Elî El-Giûd hedef girtiye û di encama teqîna bi trempêla bombarkîrî de gelek welatiyên sivîl ên bêguneh jiyana xwe ji dest dane.
Xelo got armanca kiryaran van çeteyan biratiya gelan û Rêveber Xweseriya Demokratîk vala derbixin û di navbera pêkhateyan de tevlîheviyê çêbikin
Xelo bal kişand ser kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê ku bi riya êrîşên çekdarî û teqînan pêk tên û wiha got: "Başûr û Rojavayê Kurdistanê di du tecrubeyên mezin re derbas bûne û di wan de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistine. Divê her du alî jî van destkeftiyan biparêzin û li hemberî hêzên tarî bi yek helwest bin."
Xalo da zanîn ku divê hemû aliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê hemû nakokiyên partîbûnê bidin alîyekî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: Wekî helwesta hêzên YPG'ê û pêşmergeyan ya ji bo parastina destkeftiyên herdu aliyan, divê hemû aliyên kurd yekîtiya xwe ava bikin û bi yek helwestê bin."
Di teqîna Tirbespiyê de hejmara miriyan derket 13’an
Di teqîna ku duh êvarê li dor saet 20.30'yî de li dar ketibû de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Ji nav welatiyên ku di teqînê de jiyana xwe jidest dane, 3 kurd, 5 ereb û 3 jî koçberê ji bajarê Helebê ne.
ANHA


