logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Aldar Xelîl: Hin alî dixwazin tevliheviyê li Amûdê derbixin

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl derbarê banga hin aliyên kurdî ji bo lidarxisti

  • Dîrok: 20/06/2014
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl derbarê banga hin aliyên kurdî ji bo lidarxistina xwepêşandanekê di 27’ê vê mehê de derbarê buyera Amûdê de diyar kir ku hin aliyên siyasî hene dixwazin tevliheviyê derbixin. Xelîl got ku evan aliyan çavên xwe ji komkujiyên DAIŞ’ê re digirin û hewl didin buyera Amûdê bi komkujiyê bi nav bikin. Xelîl bang li hemû aliyan kir ku ji bo istiratîjiyeke parastinê hevgirtî bête avakirin, dest ji kînên xwe berdin û li gorî berjewendiyên gel tevbigerin.


Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl di hevdîtinekê bi ANHA’yê re derbarê mijara buyara bajarê Amûdê de ku hin aliyên kurdî behsa lidarxistina xwepêşandanekê dikin wiha anî ziman: “Tiştê di wê rojê de li bajarê Amûdê bûye ne sudfe bû, lê belê ji aliyê hin aliyên kurdî ve ku ajandeyên wan ên taybet hene, hatibû pilankirin. Van aliyan hewl didan raya giştî li dijî Yekîneyên parastina gel (YPG) derbixin û tevliheviyeke sîstematîk û pilankirî bidin meşandin. Di wê rojê de dema yekîneyeke YPG’ê ji erkeke xwe ya leşkerî ji gundên bajarê Hesekê serkeftî li dijî çeteyan vedigeriya, ji aliyê kesekî ku xwe xistibû nava xwepêşandanê hat suqastkirin. Di encamê de şervanekî YPG’ê şehîd ket û li ser vê yekê hişt ku yekîneya YPG’ê bersivê bide û di encamê de hin welatî bûn qurbanî. Her wiha li ser vê yekê ji ber heyecanê û bê pilan gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û mixabin buyereke bi êş rû da.”

Xelîl di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em wekî TEV-DEM’ê vê buyerê gelekî bi êş dibînin û em berpirsiyariyê dixin ser milê wan aliyan. Li vir em dipirsin ku çima hin aliyên kurdî buyera Amûdê sor dikin û hewl didin bi ‘komkujiyê’ bi nav bikin? Armanc jê çi ye?.”

Xelîl di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Tê zanîn ku Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra rastî êrîşên hovane tê û di encama êrîşên wan de bi sedan ji welatiyên me yên berxwedêr hatin şehîdxistin û gelek komkujî li dijî gelê me pêk anîn. Mînaka vê yekê jî ‘Eşrefiyê, Til Eran, Til Hasil, Til Berek, Til Hemîs, Tilêliyê, Tirbespiyê… mixabin derbarê van komkujiyan de me tu helwest ji van aliyan nedît. Ev alî qaşo xwe kurd dibînin bila van komkujiyan şermezar bikin an jî xwepêşandanekê li dijî van kiryaran derbikevin. Evan aliyan ku helwesta wan bi guman e, dihêlin ku em beşdarbûna wan di van komkujiyên li Rojava pêk tên de bi guman bin. Çi lojîk û çi wijdan di van aliyan de dilive ji bo ku bi hemû hêza xwe tevbigerin û hewl bidin ku buyera Amûdê wekî komkujiyê ji cîhanê re bidin diyarkirin û komkujiyên rast wekî buyereke derbasbûyî ku nehêjayî li ser bête rawestandin ji aliyê wan ve nayê xuyakirin. Li ser vê yekê em bang li van aliyan dikin ku vegerin ser hişê xwe û tevliheviyê di dema ku Rojava û Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên DAIŞ’ê tên, dernexin. Ev rewşa ku em têre derbas dibin ji hemû aliyan tê xwestin ku kînên xwe berdin û ber bi istratîjiyeke parastinê ya hevgirtî bimeşin û yekîtiya dengê kurdî yê siyasî ava bikin. Em bang heman aliyan dikin ku ji bo bi pilanên ku destkeftiyên gelê Kurd û saziyên wê yên netewî di serî de yên leşkerî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû sazî û rêxistinên wê hedef digirin, neyên xopandin. Helwestên bi vî rengî ne layiqî tu tevgerên siyasî ne ku îdîa dike nûnertiya gelê Kurd û parastina berjewendiyê wê dike. Helwest û xebata wan tenê dikeve xizmeta dijminên kurdan. Pêwîste ji bo lidarxistina kongira netewiya Kurdistanê piştgirî bête dayîn û dest ji derxistina tevliheviyan berdin û malbatên me yên welatparêz li bajarê Amûdê ji bo berjewendiyên xwe yên partiyane bi kar neynin.”

Xelîl di berdewama axaftina xwe de her wiha bang li welatiyan kir ku bila baş bizanibe evan aliyan ji bo  parastina berjewendiyên netewî ne cidî ne û cesareta wan tune ye ku derbarê vê yekê de li xwe mukur werin. Ji ber vê yekê di riyên tevlîhev re dimeşin da ku hin destkeftiyên biçûk ji aliyên hêzên herêmî ve bi dest bixin û hemû qurbaniyên Rojava paşguh dikin. Xelîl derbarê vê yekê de ev tişt anîn ziman: “Derbarê vê mijarê de em bang li hemû welatiyan dikin ku bi pilanên van aliyan ku hewl didin yekîtiya netewî di navbera hemû pêkhateyên Rojava de têk bibin, neyên xopandin. Evan aliyan ji bo ku ramanên demokratîk şerpeze bikin û dijminên sereke yên êrîşî aramiya ku hêzên YPG’ê û Asayîşê li herêmpê pêk anîne, paşguh bikin.”

Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ku ew wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) erka parastina hemû pêkhateyên herêmê li rex welatiyan girtine ser xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me li rex gelê Rojava parastina hemû pêkhateyên herêma di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girt ser xwe. Gelek caran me bang li hemû aliyan kir ku beşdarî rûmeta parastina herêma xwe bikin. Lê mixabin hin aliyên siyasî tevî hemû êrîş û komployên li dijî gelê Kurd bi dujminên kurdan re ketin nava hevkariyê. Careke din em ji dost û dijminan re dibêjin ku em di parastina gel û berjewendiyên wê de li dijî hemû êrîşan berdewam in. em soz didin gel û şehîdên xwe ji bo ku azadî û demokrasî pêk were, em ê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biparêzin.”


ANHA

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Navenda Zanistî ya El Cizîrî tê avakirin 

ad

Bayernê bi 8 golan keleha Barselonayê tar û mar kir

ad

Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê

ad

Lîstikvanê Amedsporê wê salek ji sehayan dûr bimîne

ad

‘Fîlozofê xwezayê’ Apê Mûsa

ad

Her dem "Godfather"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname