Diyarname
Îro li Tirkiyeyê ji bo Hilbijartina Serokomariyê dengdayîn heye. Hilbijêr ji serê sibê de berê xwe dan dibistanan û dengên xwe didin.
Bi giştî 52 mîlyon û 894 hezar û 115 hilbijêr hene. Hilbijartin serê sibê saet 08.00'an de dest pê kir. Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan û Ekmeleddîn Îhsanoglu berendamên Serokomariya Tirkiyeyê ne. Di hilbijartina îro de yek ji van sedî 50+dengek bigire dibe serokomar. Ger yek jî negihîje vê rêjeyê du berendamên herî zêde deng girtine di dora duyem de bi hev re bikevin pêşbaziyê.
Heta saet 17.00 hilbijêr dikarin herin dengên xwe bidin. Piştî wê sindoq têne girtin. Li Tirkiyeyê YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) saet dor 21.00'an hêdî hêdî encaman eşkere dike, lê li gor rewşê berî vê saetê jî dikare eşkere bike.
...Emê agahiyên li ser hilbijartinê pêşkêş bikin...


