logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

115 nivîskaran ji bo DÎHA'yê çi gotin?

  • Dîrok: 31/05/2014
Pêşgotin: Ev nivîseke li ser etîka rojnamegeriyê ye...

Em ji vir dest pê bikin:
"Freedom House" (Mala Azadî) li ser çapamenî her sal raporan diweşîne û li kîjan welatî çapemenî azad e, nîvazad e, yan jî qet ne azad e eşkere dike. Freedom House îsal biryar girt ku Tirkiyeyê di warê çapemeniyê de ji beşa "nîv-azad" bixe nav "Welatên ku ne azad in". Freedom House ji bo DYA'yê jî biryar da ku di nav "welatên azad" de wê ji rêza 32'yan daxe 46'an. Serokê Freedom House kesek bi navê David Kamer e ku ew di navbera salên 2008-2009'an de wekî Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê ji Demokrasî û Mafên Mirovan Berpirs bû. Yanê ne dijî DYA'yê ye lê heta dikare rastiyan tîne ziman. Ji bo welatên din jî bi heman awayî tevdigerin.
Dîrektora projeya ku nota Tirkiyeyê daxistiye kesek bi navê Karin Deutsch e. Blogek bi navê "The TurcoFile" ku li ser Tirkiyeyê kar dike ji Karin Deutsch pirsek bi vî rengî kiriye: "Li gor lêkolîna we, bi ya te li Tirkiyeyê aliyên herî xirab ên çapemeniyê çi ne?" 
Wisa bersiv daye Deutsch: "... Di salên dawî de hikumet û xwediyên gelek saziyên çapemeniyê têkiliyeke gelekî nêz bi hev re sazkirine. Ev yek bûye sedema çêbûna otosansurê û bûye sedem ku ji ber sedemên siyasî gelek kes ji kar hatine avêtin..."*
Bi gotineke zelaltir; ji ber têkiliya hikumetê û xwediyên weşanan hem otosansur zêde bûye, hem rojnameger ji karê xwe hatine avêtin û azadiya çapemeniyê nemaye.
Em bala we careke din bikişînin ser gotinên Karin Deutsch û li çapemeniya kurdan binêrin ka kîjan (dev ji nêzbûnê jî berdin) ne ê desthilatdariyê ye:
Li Bakur; ên sereke Stêrk TV, Med Nûçe, MedMuzîk û hinên din, ên tevgera bakur in. 
TRT 6 ligel ku bi baca ku gel dide weşanê dike jî wekî berdevkê hikumetê kar dike.
Li Başûr; Kurdistan TV yê PDK; KurdSat yê YNK'ê, KNN ê Goran, Rûdaw yê Nêçîrvan Barzanî û hwd.
Li Rojava: Ronahî TV yê PYD'ê...**
Çi ma?
Radyo û rojname jî bi vî awayî.
Malper?
Malperên PDK, YNK, PKK, PYD û yên rêxistinên din jî hene. Malperên ku ji Başûr heta niha pere girtine û weşanê dikin (hin ji ber pere xilas bûn weşana wan rawestiya) ne hewceye em qal bikin.
Em careke din dîtina Karin Deutsch bixwînin: "... Di salên dawî de hikumet û xwediyên gelek saziyên çapemeniyê têkiliyeke gelek nêz bi hev re sazkiriye. Ev yek bûye sedema çêbûna otosansurê û bûye sedem ku ji ber sedemên siyasî gelek kes ji kar hatine avêtin..."
Tenê ji ber ku têkiliya hikumet û xwediyên weşanan xurt bûye rêgeza rojnamegerî hatiye binpêkirin, berdevkiya hikumetê dest pê kiriye.
Vê carê em berê xwe bidin pirsa ku me kiriye...
Nûçeyeke wisa hate weşandin: "Rewşenbîrên kurd li hemberî PYD'ê serî hildan"...
Ew "rewşenbîr" (di nav de nivîskar, rojnameger, doktor, wergêr, helbestvan û hwd. hene) rexne li PYD'ê dikin. Ew kî ne? Me got hin jê rojnameger in. Li ku dixebitin? Li ew tv, yan weşanên li jor me qal kir. Karin Deutsch çi dibêje? "Têkiliyeke nêz"... Ev ên îmze avêtine bin wê metnê, dest ji têkiliyeke nêz berdin, raste rast di nav weşana aliyekê de dixebitin. Dema wisa bin çawa dikarin rexneyê li PYD'ê bikin? Tu ji xwe alî yî, bi çi rûyî tu rexne dikî? Bi kîjan etîk î?
Hin ji wan kesên îmze kirine li Başûr dijîn û di televîzyonên Başûriyan de dixebitin.
Em tiştek wisa bibêjin: Roja 19'ê gulana 2014'an li Başûr, hêzên PDK'ê bi ser saziyên wekî  kurdan ên wekî DÎHA (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê), KNK, PÇDK, Rojî Welat, RJAK û hwd de girtin. Em yên din jî deynin aliyekê, em tenê li ser DÎHA'yê bisekinin û pirsek wisa bikin: Ev rojnamegerên îmzeya wan di nav 115'an kesan de ye, li hemberî serdagirtina DÎHA'yê tu daxuyanî dan, tu reaksiyon nîşan dan? NA! Wê çaxê, ka etîka we?
Dema gotin PYD be tîran biweşîne, dema rexne bû PDK bêdeng bimîne... Ev e rojnamegerî?
Bi vê rojnamegerî kurd dê çawa bikaribin azad bibin? Welatek wan hebe jî dê azad bin?
***

Ez beşdarî te nabim biracan

Hevalê me Îkram Balekanî di rojnameya Azadiya Welat, di quncikê xwe de meseleya "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" ku çapemeniya kurdan a Bakur zêdetir wisa bikar tîne girtiye dest û gotiye, "Divê ne wisa, wekî Rêber Apo" bê bikaranîn.
Ger em dîsa ji ser "azadbûna çapemeniyê" re bidomînin... Her du bikaranîn jî şaş in.
Çapemenî nikare pênasan li kesan bike. Dîsa çapemenî nikare kesekî wekî rêberê gelekî nîşan bide. Em bibêjin kurdekî xwendevanê Azadiya Welat e lê Ocalanî wekî rêberê xwe qebûl nake... Ocalan çawa dikare bi zimanê Azadiya Welat bibe rêberê wî? Dîsa çapemenî nikare bibêje, "Rêber Apo" jî. Ha, di nûçeyê de, hevpeyvînê de kesekî pênasê wekî "Rêber Apo" yan "Rêberê Gelê Kurd Ocalan" bikar bîne, di nav neynûkê de ev gotin têne bikaranîn. Lê rojnameger bi xwe nikare vê wisa bikar bîne.
Mînak, rojnameyeke Amerîkî bibêje "Serokê Gelê Amerîka Obama" dibe? Ew jî nabe.
***

'Asayîşa PYD'ê?!

Hin "çapemeniya kurdan" (yanê hin malper û hin TV) bi taybetî gotina "Asayîşa PYD'ê" yan jî "YPG ku bi ser PYD'ê re ye" bikar tînin. Çima?
Mesela ji wan weşanan çima yek ranabe wisa nabêje, "Pêşmergeyên PDK'ê?"... 
Em dizanin ku pêşmergeyên PDK'ê jî, yên YNK'ê jî cuda cuda hene û hê jî nebûne yekparçe. Dema pêşmerge bin dibin "Pêşmergeyên Kurdistanê" lê dema YPG be dibe "Bi ser PYD'ê re"...
1- YPG her dibêje, em ne girêdayî PYD'ê ne.
2- Asayîşa Rojava her dibêje, "Em bi Zagonên Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne, ne bi tu partî re"...
Mesele çi dibe bila bibe çapemenî mecbûr e li gor pênasa ku wan li xwe kiriye tevbigere. Ger YPG dibêje em ne girêdayî PYD'ê ne, çapemenî nikare wê pêve girê bide. Ne etîk e mirov li gor dilê xwe tevbigere.
***

Wekî encam
Fikra min ev e: Kêmasî yê kîjan alî dibe bila bibe rastî ew e ku mirov di çapemeniyê de bîne ziman. Ger na, wê çaxê em nikarin qala çapemeniyeke azad bikin. Û biya min niha li nav kurdan çapemeniyeke azad tune ye.
Ger kurd Kurdistanekî dixwazin pêdivî bi çapemeniyeke li gor rêgezên rojnamegerî kar dike heye. Di TV, radyo, rojname û malperan de pêdivî bi vê heye. Ev nebe Kurdistan hebe jî dê tevlihev be. Çapemeniyeke azad mimkûn e? Bersiva vê erê ye jî, na ye jî.

***
*Neqilkirin ji nivîsa Cengiz Çandar (07.05.2014, Radikal)
**Hûn delîl bixwazin ez nikarim delîlek bidim we ku ev tv, yan amûrên çapemenî bi awayekî fermî yê van rêxistinan in, lê kirinên wan ji bo min delîl in.

Hin Nivîsen Nivîskar

BUDRUS

  • 11 Berfanbar 2011

Min dixwest ez tenê qala BUDRUS'ê bikim, lê yên din jî qalkirinê heq dikin.Notek agahdariyê: Ev nivîs li ser çend belgefîlmên di festîvala belgefîlman...

Kek Osman mala te ava

  • 14 Gulan 2008

 Roja 14'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî qebûlkirine biraderên me. Kî qebûl kiriye, çima 14'ê Gulanê hilbijartine qet ne muhîm e. Tiştê...

“The Bank Job”

  • 31 Adar 2008

 Li welatekî, prensesa wî welatî di şevekê de bikeve navbera du mêran û bi wan re bikeve cîhana pevşabûnê qet ne xema min. Ew bi dilê xwe ye û jiyan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di sedsala 21'ê de lêpirsîna li ser kulîlkan

ad

Dostên dilsoz

ad

Albuma stranên zarokan "Çar" derket

ad

Bi kurdî Serpêhatiyên Tom Sawyer bixwînin

ad

Îsraîlê girtîgeha Evîn da ber bombeyan

ad

Em ne ji bîr dikin ne jî dibexşînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname