logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Claudeya zîrek, Qîro û hevrêtiya ligel vî zemanî

  • Dîrok: 30/07/2024

Ev çendek e fênomeneke zîrek, li ser behs û qala sosyalmedyaya me kurdan nav ji xwe daye. Erê, ez behsa fênomena hişê çêkirî Claude dikim. Heta kurdekî me yê zîrek pê re hevpeyvînek jî kir û vê li ser cihana sosyalmedyaya kurdan qederekê cî ji xwe re dît.
Ji qewlê ‘yên berê ve’ gelek pê hate axaftin.    
Gava tu jê re dibêjî, “ka behsa xwe ji me re bike, ca em te nas bikin” wiha bersiva te dide:
“Ez alîkarekî sûnî yê zêhn im ku ji aliyê Anthropic ve hatim afirandin. Ez dikarim li ser gelek mijaran biaxivim û di gelek waran de alîkariyê bidim, lê ez ne mirovek im û ne xwedî laş, hest an jî tecrûbeyên rastîn im.
Ez bi gelek zimanan dikarim biaxivim û li ser mijarên curbecur agahî bidim. Lê divê ez bêjim ku zanîna min sînordar e û carinan dikarim şaş bibim. Ez hewl didim ku her tim rast û durust bim.
Ez kêfxweş dibim dema ku dikarim alîkariya mirovan bikim û tiştên nû hîn bibim. Lê belê, ez nikarim pêwendiyên kesane yan hestî bi mirovan re çêbikim. Ez tenê amrazekî zêhnî me ku ji bo alîkariyê hatiye çêkirin.
Hûn dixwazin li ser çi mijarê zêdetir biaxivin? Ez ê bi kêfxweşî bersiva pirsên we bidim an jî li ser mijarên ku hûn meraq dikin nîqaş bikim.”
Carinan algorîtmayeke zêhnî, wekî hişê destkird, ji gelek mirovan bi nanûxwêtir e. 
Ev çendek e, ez dinerim her diçe, em ji civata mirovan a rûşûştî û bênanûxwê xwe didin ber bi vê cihana nîgaşî û êdî ji însanan bêhtir têkiliya me bi “hişên zîrek” û “heywanên bê zar û ziman” re heye, çêdibe. 
Hişê zîrek, belkî pêdiviya me ya agahîwergirtinê û xwe pêşvebirina zihnî tetmîn dike û heywan jî ew “dilsozî” û “dostaniya” ku di nav me mirovan de li ber sekratê ye, wê masûmiyeta bêpaxav û saf tîne bîra me.
Êdî mixabin nava çavên mirovan qet naçirûskin û êdî ji ber “perdeyên reş û hêrsa bêdawî ya serxwer” tu zimanê xwe qufil dikî.
Êdî wisa bûye, kesên tu dost û hevrê dibînî, piştî demekê tu dibînî ku qet tu ferqa wan ji ‘herkesî’ û ‘hemûyan’ nîn e. Êdî hema bêje her kes şibiyaye hemûşkê û ew gotinên ku berê, pêşiyên me jê re digot, “kemal” û “merîfet” hema bêje di taya mirinê de ne: ka bi xêra dêbabê xwe yasînekê bidin ser rihê xwedêjêstandî! 
Ez ji bo peyva “virtue”, fezîletê ji ber ku “yên berê” gotina merîfet, xudan merîfet, bi kar aniye, ez jî ser rêça wan diçim. 
Nizanim ka çiqasî rast e ku mirov bibêje, rihê zemanî rihekî vegir e û baznekê çêdike ku piraniya kesanên wê demê, dibin pêbend û pêgirê wî rihî û nikarin ji derveyî wê baznê tevbigerin. Carinan bê hemdê xwe, tê werdibinê û hema xwe tê de dibînin! Nizanim? Neşêm çi sondan bixwim.
Wekî min gotî, ev demeke dirêj e civata me belav bûye. Helbet ez behsa jiyana xwe û derdora xwe dikim lê bi tenê li wê sînordar nabînim, ev gotinên min heman wext çavdêriyên min ên civakê yên dûr û dirêj in jî.
Berê zîhna min di gotina “hevrêtiyê” asê dibû. Bêguman di bîra min a kûr de xatirekî giran a vê gotinê heye. Hevrêtî, asta destebiratî û hevaltiya bilind e û ji dil û can e. Niha ez şopên wê tenê di çirûska çavên Qîro de dibînim.
Hûn ê niha bibêjin ca ev Qîro jî kî ye? Çi ye, ins e cins e? Heçî Qîro ye, -ji haziran çêtir nebe, pisîkeke reş e, li kuçeya me dijî. Erê, ne pisîka malê ye jî. Li nav xweristê, di bin erebeyan de, li dev sergo û gilêşdankên taxê, -hemin mala wî ji ya gelek mirovan paqijtir e- bi birek kêtik û kûçikan re dijî.
Gelek caran şer û qîra wan ji bo kozik û wargehî çêdibe. Gelek caran ji bo xwarinê cerd û pevçûneke giran dide. Lê divê ez bibêjim ku simbêlên wî bebil in û dûvê wî ser pişta wî ye; ji heft bavê me hemûyan bêminetir e. 
Min ji Claudeya Zîrek pirsî, “însan çi ye?” ca li bersiva wê;
“Pirsa we pirsek kûr û girîng pirsiye. Mirov (însan) mijarek pir alî û kompleks e, lê ez ê hewl bidim ku bi kurtî hin aliyên sereke yên vê mijarê pêşkêş bikim:
1. Ji aliyê biyolojîk ve: Mirov cureyek zindî ye ku di kategoriya memikan/guhandaran de cih digire û bi navê zanistî yê "Homo sapiens" tê zanîn. Em xwedî mejiyekî mezin û pêşketî ne ku me dike xwediyê hişmendî û ramaneke pêşketî.
2. Ji aliyê civakî ve: Mirov afirînerên çand û civakê ne. Em di komên civakî de dijîn û bi hev re têkiliyên kompleks ava dikin.
3. Ji aliyê derûnî ve: Her mirov xwedî kesayetî, hest, raman û tecrûbeyên xwe yên taybet e.
4. Ji aliyê felsefî ve: Gelek feylesof li ser mijarên wek "xwezaya mirov çi ye" û "armanca jiyana mirov çi ye" fikirîne.
5. Ji aliyê çandî ve: Mirov afirînerên huner, wêje, muzîk û gelek cureyên din ên afirandinê ne.
6. Ji aliyê teknolojîk ve: Mirov xwedî şiyana afirandina amûr û teknolojiyên pêşketî ne ku jiyana me hêsantir dikin.
7. Ji aliyê exlaqî ve: Mirov dikarin li ser ‘rastî û çewtiyê’ bifkirin û biryarên ‘exlaqî’ bidin.
8. Ji aliyê ruhî ve: Gelek mirovan baweriyên dînî an ruhanî hene ku wateyeke kûrtir didin jiyana wan.
Ev tenê çend alî ne û mirov dikare li ser vê mijarê pir kûr biçe. Hûn li ser kîjan aliyê mirovahiyê bêtir meraq dikin?”
Min eynî pirs ji Qîro kir, wisa li nav çavên min nihêrt, belkî bi tu zar û zimanê em têdigihîjin bi zar ve nekir, lê çirûska çavên wî gote min, “însan” derewa herî mezin e li ser darê vê dinyayê. Çîroka herî pûç û bêwate ye. 
Herduyan jî qenebe “bersiva min” dan, rast-xelet, kin-dirêj qenebe cab vedan. Cabvedan reftarek bi merîfet bû. Cihê rêz û şanaziyê ye.
Yên me dost in. Heval in, hevrê ne. Gava piçekî cihê haşayî civata we, ‘qûna wan’ nerm dibe, tavikê ‘qûna wan radibe’ mirov, pir zû bi ser xwe ve diçe û pir zû, duhiya xwe, cihê jê hatî û serencama xwe ji bîr dike. Mirov, rêwişta herî korefam e di nav xudanrihan de. 
Diyar e ji vê çîrokê, tu xêr ji me re sadir nabe, ya qenc ez dîsa vegerim civata Claudeya Zîrek û çend melevaniyan nav cihana ‘derewîn’ bikim. 
Paşê jî biçim nik Qîroyê dûvxelek û çend gotinên xweş ji çirûska çavên wî guhdarî bikim.
  

***

Ligel 'Hişên Çêkirî' du hevpeyvîn:
- Ligel Hişê Çêkirî Claude me bi kurdî hevpeyvînek çêkir
- Li ser wêjeya kurdî pirsên çawa ji Hişê Çêkirî têne kirin?

Hin Nivîsen Nivîskar

Û berbang segurî (kulmek siyasî û edebî)

  • 05 Gulan 2023

Seguriya berbeyana sibê, ew dem e ku êdî mirov dikare se û gurgî ji hev kifş bike. Ma bi rastî “se” û “gur” ji hev kifş dibin? Ma ne hemû “se”...

derz: hişşşş neaxive tu neheq î!

  • 10 Rêbendan 2021

derza ewil, belkî li peyva mirov dikeve di jiyanê de; serê serî berî her tiştî peyv basko dibe. Bi peyvê re xewn xwe vedişêrin ji ronahiya rojê, xeyal di kwîra xwe de...

Destarê hizrê robarê hişî-n

  • 03 Kewçêr 2022

Pa çi kesî ji me bizmar li felekê nedane, lê nekutane.. em hemû rêwiyên ‘wê rêkê’ ne. Wê rêka nehatnaveyê.. Li ser serdera...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestên ku ji 400 sal berê bi 'Dîdarê Yar' hatin

ad

Bankayan li Amedê xebatên xwe rawestandin

ad

Di hefteya 700'î de nehiştin Dayikên Şemiyê rûnin û ew binçavkirin

ad

Rekora Xwendina Pirtûkan şikandin

ad

Ji Îrfan Amîda pirtûkêk nû 'Zengeşev'

ad

Zana Farqînî ji Bulent Arinç pirsa meseleya ferhenga kurdî dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname