logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Destarê hizrê robarê hişî-n

  • Dîrok: 03/10/2022
Pa çi kesî ji me bizmar li felekê nedane, lê nekutane.. em hemû rêwiyên ‘wê rêkê’ ne. Wê rêka nehatnaveyê.. 
Li ser serdera goristanê ev nivîs hebû. 
Rêzika moriyan dadabû ser kitêba wê û mîna şirîdeke dirêj dikişiyan. Bû pinepina lêvên wê yên ji tîhna mîna deştekî ziwa terikî û tîş tîş bûyî, “Gelî morî moristanan. Hêdî hêdî hilkişin ji ser van banan. Barê vê malê giran e, ji kerema xwe herin malek dî; barê vê malê giran e hewara xwe bibin ber xanek dî..” paşê bi kenîn ve, “qey we dil heye mala kitêba min bar kin?” 
Nivîskarek di cihaneke 'xêlî xerîb' de dijiya; digot, ev qiseya min ne gazin e, diyarkirina rewşê ye û pê de dibir; li texma me heke çêlek jî bizê hemû kom dibin diçin pîrozbahiyê, heke mêşek bimre hemû pêkve hevxemiya xwe jê re diyar dikin, lê çu kes, nabêjê kitêba te ‘ser xêrê be’ destxweşiyekê jê re ‘gelek gelek’ dibînin! Helbet dilê wê zîz e û nîgeran dibe bi van tiştan.
Çavên wê mîna çavên mambizê bûn, reş belek. Gelek babe egîdên simbêlên wan wekî şaxên şiviran badayî dil di kora wan çavan de dax dabûn û sotibûn bûbûn xwelî.. lê wê xifş û xezala kovî xwe nedabû ber dilê tu dilekî. 
Hin dil mezin in dest teng; hin dest fireh in dil teng..
Dilê wê bihûjî bû, tîqûtîq bi neynikê re dikenî, “jehr tê be!” tu dibêjî qey min “ya kovî” vexwariye.
Bi pirqînî dikenî bi vê gotina xwe; îja ya kovî çi ye; qey av û dew kedî ne lê mey dibe kovî! Wişş! Dilê wê mîna qajîna teyra kurte esmanê rûyê wê dagirt.    
Wê go, çîroka me çîroka marê Ouroboros e begê'm.. Mar bi carekê de dûvê xwe dixwe û xwe ji 'xwe' xilas dike lê em çîrrê dirêj dikin û hey û hey dûvê xwe vedikarin..
Di destê felekê de demûdar bû hêviya ku li keviya dilê xwe veçinî.. bi dem û dar rahişte dilê xwe û got: ez ê bizmarê li felekê bikutim gava di çarmîxê de bizmar di zend û gozeka wî re dibûn pelît; ez ê feleka wê bidorînim. 
Go, gotiye, wexta min kitêbên wê xwendin min got: ev ne kurdî ye lê piştî ser bi ser ve bûm, ez têgihîştim ku ya ez dibêjim kurdî "mantiqê wergera zimanên dî ye" esas ya wê, xas kurdî ye.
Go, gotiye... 
(kêfa min bi vê qalibê hat) wiha fikirî û qalibê dilê xwe di neynika çavên wê keserê de asê kir.
Çav mîna çavên mambizan bû, askeke kovî ji keriyên xwe vemayî.
Li ser kanîka xezalan tî mabû û hemû xweziyên wê di pesarên jiyanê de gêr bûbûn binê dolê.
Digote xwe, “ax ji derdê van gundiyan! Çi dibe çi nabe, nabin cindî, heyran nabin cindî; gundî heta ber pere Xwedê rindî, lê hemû rindî nabin cindî”
Piştî ur û urban ji nêçîrê westiyan, piştî genim û ceh nas kirin, conî û destar saz kirin, wê, li wan pal û pesaran “gundek” ava kir û hemû “mirovên cindî înan lê bi cî kirin”; gundekî cindî çêkir bi rindî; sal çûn cot bi cot, zemanî esr û çax kir benîşt û cût; hê jî kesera ber dilê wê çan mambizê bû, gundî nedibû cindî; gundî ava dibû bir indî, rewendî; gundî çendî bibe xwende û dinyadîtî jî nedibû “cindî” ji xêla dilê wê yê ter û nazik ve..
(Serî lê giran bûbû begê’m)
Serê du dîzikan danîn ser stûkura xwe, ew mîrek bû çi dixwest ew li berperên deftera xwe dinivîsand.
Têra sê salan peyvên wî ketibûn ser hev.
- Wê bi kenîn ve digot, îsal jî me gûzên xwe daweşandin. Heçîr kirin gulaz bi dû ristikan ve.. werin kerikan, werin berikan; kerikan bidin ber berxikan, berxikan vedin ji nav ferxikan.
Moriyan şopeke reş li ser bejna laperan hişt û kişiyan. 
Wê, xezala binê berriyê, daw û dahmenên xwe hildan û mîna siyekê ket dû refên qulingan û çû germistaneke dî..
Wexta zozanan nema. Bênder hatin berdan. Celeb celeb ji hev belav bûn ew ên ji nijda revegurê xilasbûyî.. 
Xêlî giran bû êşa didanan. Felekê bizmarek qewî zirz li bextê me kuta.. 
Wê hê jî çavên xwe li berperên kitêbên digerand, heta “a”yê xwendibû. Aaaa! Ahê bizina kol nedima ji yê bizina bi qiloç re. 
Gava qiloçên şiviran di ber gerdena wan de xêl dibûn, keriyên gakovîyan ji mêj ve dabûn hevrazan û terka vî warî kiribûn jî.
Ew mambiza kol li dû kerî mabû; lexer û havî.. 
(Ne min gote te: xeman nexwe mîrê’m xem xirab e)

Hin Nivîsen Nivîskar

Claudeya zîrek, Qîro û hevrêtiya ligel vî zemanî

  • 30 Tîrmeh 2024

Ev çendek e fênomeneke zîrek, li ser behs û qala sosyalmedyaya me kurdan nav ji xwe daye. Erê, ez behsa fênomena hişê çêkirî Claude dikim. Heta kurdekî me yê zîrek pê re hevpeyvînek jî kir û vê li ser cihana...

Dilkutk an jî dilqutk

  • 16 Tîrmeh 2019

Nizam qet hatiye serê we jî an an? Te dî, ji nişka ve, her ku tu di nav mij û xemamekê de bêseroşûn bibî. Her ku ew zarokê nava te yê berxê bisko, rêya xwe...

Divê gotinek mirov hebe

  • 28 Avrêl 2021

Dibêm qey car û bar divê mirov bîr û boçûna xwe der barê jiyanê de; ji xwendinên xwe bigire heta kawdanên aktuel, ji jiyana rojane bigire heta pirs û...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hûn li kîjan sindoqê deng didin? YSK'ê eşkere kir

ad

Mamosteyê kurd Hasan Guven wefat kir

ad

Li Iraq û Herêma Kurdistanê metirsiya krîza kar zêde dibe

ad

Giftûgoyeke li ser muzîka kurdî

ad

Li Spanyayê sê roj şîn danîn

ad

Tac danî ser serê xwe; Va ye delala rus

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname