Bajarê Kobanî bi berxwedaneke ku cîhan ji bêhempatiya lehengiya wê re bû şahid rizgar bû. Despêkê ne Tirkiye û ne jî Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê bawer dikir ku dê Kobanî bikaribe li ser lingan bimîne.
Şerê Kobanî di dîroka mirovahiyê de yek ji kêm şer an e ku ne bi aliyê xwe yê karesata mirovî lê belê bi berxwedana xwe ya bêhempa kete rojeva cîhanê. Berxwedana li vî bajarê biçûk ê Kurdistanê hişt ku cîhan vê carê wêneyekî nû yê kurdan ê derveyî koçberî, rev û belengaziyê bibîne; Berxwedaneke bêhampa ya li dijî kevneperestên ku ji hemû cîhanê re tehdît in...
Em wan rojan bînin bîra xwe; Hem Amerîka ya ku li dijî DAIŞ’ê Koalîsyona Navnetewî ava kiribû û hem jî Tirkiyeya ku bi awayekî vekirî destek dida DAIŞ’ê daxuyanî ser daxuyaniyê didan û digotin ku dê “Kobanî îro sibê bikeve.” Amerîka ji hêla xwe ve mafdar bû; DAIŞ’ê bi şerê xwe yê psîkolojîk û hêza xwe ya leşkerî îradeya berxwedêriyê li Rojhilata Navîn şikandibû. Wê berê xwe dabûya kîjan herêmê, xelk direviyan. Ji xwe dema êrîşên ser Kobanî destpêkirin, ew zêdeyî mehekî bû ku heman karesat bi serê Şingalê jî hatibû. Kurd di şîn û şoka Şingala bêyî berxwedan valabûyî de bûn û DAIŞ’ê xwe gihandibû navenda bajarê Kobanî. Lê digel vê baweriya Amerîka jî, wê piştî îradeya xurt a berxwedêrî ya şervanên kurd, serhildanên 6-7 kewçêrê yên ji bo piştgiriya Kobanî, piştgiriya raya giştî ya civaka navnetewî û baldariya di çapemeniya cîhanê de bi rêya Herêma Kurdistanê roj bi roj alîkariya bi rêya balefirên şer ji bo şervanên kurd zêde kir. Avêtina pakêtên çekan a bi balefiran ji YPG’ê re jî encama van sedemên li jor hatibûn hejmartin bû.
Tirkiyeya ku di çapemenî û civînên navneteweyî de êdî vekirî wekî piştgira DAIŞ’ê dihat bilêvkirin wê demê rojên ketina Kobanî dihejmartin. Piştî Tirkiye sedî sed baweriya xwe anî ku dê Kobanî bikeve û di ser de jî zextên welatên derve ser zêde bûn, wê rê da ku pêşmerge bi çekên xwe ser bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanê bibin. Erêkirina Tirkiye ya derbasbûna pêşmergeyan formalîte bû, ji ber wê bawer nedikir ku Kobanî wê bi koalîsyona de-facto ya Kantona Kobanî, Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ser lingan bimîne. Tirkiye xwe amede kiribû ku dû ketina bajêr re bibêje ku wê destûra derbasbûna pêşmergeyan jî da lê dîsa jî bajêr nekarî xwe ser lingan bigire.
Berxwedana Kobanî kurd jî nêzîkî hev kirin û cemeda navbera alî û hêzên kurdî de heland. Têkiliyên navbera PKK û PDK’ê ku ji ber nedabeşkirina rêveberiya Rojava û ketina Şingalê têk çûbûn bi vê berxwedanê cebirîn. Pê re jî hevdîtinên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê jî destpêkirin.
Her wiha yekem car bû ku di dîrokê de koalîsyoneke qet neyê xeyalan pêk hat; PKK’ya di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, digel PDK’ya ku di siyaseta navxweyî de pê re di nava reqabetê de bûn şirîkên de-facto yên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê. Bi vî awayî îradeya berxwedêrî ya bêhempa ya YPG’ê bi piştgiriya çekên giran ên pêşmerge û êrîşên balefiran a Koalîsyona Navnetewî Kobanî ya ku kevir li ser kevir nemaye ji DAIŞ’ê paqij bû.
Li Kobanê ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan ciwan di oxira azadiyê de şehîd ketin. Hê jî bi sed hezaran xelkê ji Kobanî û gundên wê di nava şertên zehmet de di bin konan de wekî penaber dijîn. Bajar vegeriyaye xirbeyekî. Birînên ku bi salan qemûşik negirin vebûn...
Kobanî dîrok nivîsand û cîhan bi berxwedêriya xwe heyirî hişt. Bi rizgarbûna Kobanî re dema wê yekê hat ku bi taybetî PKK û PDK ji bo mîsogeriya dahatûya Rojava li hev rûnin û li hev bikin. Eger di sêrî de ev her du hêzên kurd li hev bikin, dê gundên Kobanî yên hê jî di bin destê DAIŞ’ê de ne bi bedelên kêmtir werin rizgarkirin. Her wiha dê ev tifaq bikare bi rêya konjektura siyasî ya erênî ya bi xêra berxwedana bêhempa ya Kobanî afirî, zemîna mîsogeriya dahatûya statuya rojavayê Kurdistanê li ser maseyên dîplomatîk ên li ser wan jinûveparvekirina Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin ava bike. Em dikarin bibêjin Kobanî ya xwe anî cih, niha dor dora siyasetê ye.


