Wekî hemû botaniyan dema bendewariyeke min pêk were, ez jî ji hinavan dibêjim: “Mala xwedê ave…” Dema wê rojê min nûçeyek xwend, min hew dît dîsa hevoka “mala xwedê ava…” ji devê min derket.
Ew nûçeya ku ez wisa kelecanî jî kirim ev bû: Yekîtiya Komeleyên Kurd li Almanyayê (Yekkom) di 9’ê rezberê de li Berlinê dê civîneke berfireh li ser kurdên Almanyayê li dar bixe. Gelek pisporên babatê jî beşdarî civînê dibin.
Belkî hûn bibêjin “ma çi kelecantiya vê heye?”
Mesele ev e: Yekkom li Almanyayê rêxistina herî mezin e ku gelek komeleyên kurdan di bin banê xwe de dihewîne û hejmara wan komeleyan zêdeyî şêstî ye. Ew salê bi dehan çalakiyên cur bi cur li dar dixe lê belê naveroka çalakiyên wê çi bi awayê dîrekt û çi yê îndîrekt be, girêdayî welêt in.
Vê carê Yekkom çalakiyeke zanyarî ya li ser kurdên Almanyayê li dar dixe ango bi dîtina min; vedigere ser peywira xwe ya ku diviya bû ji mêj ve pê rabûya…
Çima?...
Ji ber kurdên Almanyayê bi xwe ji ber niştecihbûna xwe ya li Almanyayê her roj bi pirsgirêkên siyasî û civakî re rû bi rû ne.
Ez vê jî bibêjim, federasyonên komeleyên kurdên Almanyayê yên ne di xeta siyasî ya Yekkkomê de tevdigerin, di vî warî de car caran dikevin nava hewldanan. Yekkom federasyona komeleyan ya herî çalak e lê wekî me li jor jî got, piraniya çalakiyên wê di çarçoweya rûdanên siyasî yên li welêt de ne.
Ev gava Yekkomê destpêkek e…
Bi vî awayî ev federasyona komeleyên kurdan hêviyan dide ku dê êdî vê babetê jî bike yek ji karên xwe yên ku diviyabû ji mêj ve peywira wê ba.
Her çiqas dereng be jî, dîsa jî destpêkek e baş e…
Ji bo naveroka bernameya civînê: http://www.yekkom.com/html/images/berlin.pdf
Not: Emê êdî nikaribin bi awayekî zindî ji devê Aramê Tîgran strana “Ay Dîlbe” guhdarî bikin. Cih û mekanê wî bihuşt be…
zekiozmen@hotmail.com


