logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Li nav kurdan rewşa pêşbaziyan

  • Dîrok: 10/02/2011

Di edebiyata her gelî de, xebat û hewldanên ji bo geşkirin û pêşxistina edebiyatê hene.
Rexne, beşên wêjeyê yên di zanîngehan de, dersên di dibistanan de, enstîtu, komele, mihrîcan ... û hwd.
Pirî caran, ev hemû li ser hev têrî nakin; dewlet, sazî dîsa bi heman mebestê, pêşbaziyan li dar dixin, xelatan datînin. Her wiha, pêşbazî û xelat jî li ser navê kesayetiyên wêjeyî, zanyarî, hunerî û carinan jî li ser navê hin saziyên bi mijarê ve girêdayî pêk tên.
Bêşik e ku pêvajoyên mîna pêşbazî û xelatdayînê, di her rewşê de, bandoreke erênî li pêvajoya nivîsê dike. Bi van xebatan, qad germ dibe. Hewes û hêrs, hêza pênûsê xurtir dikin. Hem ji hêla madî ve, hem ji hêla rûmetî ve derûniyeke geşkirdar derdikeve holê.
Helbet, di hin qad û rewşan de, mebestên siyasî û konjukturel, dibine sedemên hin neheqî û neyîniyan jî. Lê ku mirov van kirûyan li derveyî mijarê bihêle, di xwezayî û xweseriya edebiyatê de xelat bi serê xwe kirûyek û her wiha pêdiviyeke ji bo geşbûn û pêşketina wêjeyê.
Ji vê pencereyê ku mirov li qada navneteweyî  li cîhana wêje û hunerê binihêre, ev yek gihiştiye asteke bilind û xwe bi sazî û rêbazan tekûz kiriye. Mirov dikare bibêje, ev yek di pêvajoyê de rista xwe dileyize.
De îcar ku em ji pencereya mitbexa qada xwe, ango ji hêla wêje û huner kurdî binihêrin; tiştekî  bi rêk û pêk, ber bi çavan nakeve. Ligel ku di roja îroyîn de, ev pêdiviyeke lezgîn be jî, sazî û rêxistinên heyî, kar û xebatên bi vî rengî nakin. Helbet hin xebatên ku têne kirin hene lê mixabin ev pir pir hindik in.
Bêşik, ji ber ku tu agahî û daneyên giştî di destê me de nîn in, gotina me tenê li ser Bakur e. Di vî warî de, ya herî berbiçav, Pişbaziya Çîrokan û Helbestan a Huseyîn Çelebî ye ku ev hijdeh sal in tê lidarxistin. Dîsa li ser navê Îsmet Baycan ev şeş sal in pêşbaziya helbest û çîrokan li dar dikeve. Saziya çand û hunerê ya Bajarê Wanê, Şaredariya Sûrê û Şaredariya Amedê ya Bajarê Mezin hin caran bi vê mebestê pêşbaziyên, çîrok, şano û hwd li dar xistine. Hindik bin jî ev hewldan hêja ne.
Ku mirov di nav çarçoweya mijarê de binirxîne, ligel ku pêdiviyeke zêde di vî warî de heye, kesayatî û mijarên ku mirov dikare li ser navê wan xebatên navborî bike jî heta em bêjin bes hene. Ji Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Erebê Şemo bigre heta bi Cîgerxwîn, Musa Anter; ji lehengên efsûnî Kawayê Hesinkar bigre heta bi Kawayên Hemdem, kes û kesayetiyên hêja, delal û bi rûmet li hêviya hewldanên wisa ne.Dîsa, wekî mijar û qad; ‘egîdîtî’, ‘aştî’, ‘jin – jiyan’ , ‘dengbêjî’ ‘vejînî-berxwedan’, ‘mişextî’ û her wiha mijarên din jî dikarin bibin pêşeng ji bo hewldan û xebatên bi vî rengî ku hemû jî karibin bibine hêmanên bandorker yên di pêvajoya bipêşketina rewşenbiriya kurd û her wiha nivîsariya kurdî.
Ji vê derê ez dixwazim bême ser  xebatên komeleya EGÎTÎM-SEN, Şaxa Amedê. Ligel ku saziya navborî, di qada têkoşîna kedê û her wiha qada perwerdehiyê de xebatê dike jî, ev çar sal in ku xebatên bi vî rengî ango mijara wêje hunerê jî kiriye kar ji xwe re. Bi vê mebestê, ev çar sal in, li ser navê zarokê neh salî ABDULLAH DURAN ku roj li nîro, li gastîna Amedê de hatibû kuştin, pêşbaziya çîrokan li dar dixe û her wiha jî xelatan dide. Dîsa li ser navê zarokê kurd ENES ATA’yê  neh salî ku di heman kat û qadê de, bi heman hovîtiyê hatibû kuştin şahiya bafirokê li dar dixe. Yek xebata hunerî jî li ser navê keça kurd CEYLAN ONKOL’a ku li gundê xwe, li ber karikan bi guleyên hawanan bi hovîtiyeke nedîtî hatibû kuştin, pêşbaziya wêneyê li dar dikeve.
Lê ya rast ew e ku saziyên mîna Enstîtuya Kurdî, yên mîna Komeleya Nivîskarên Kurd, yên mîna weşanxaneyan, şaredarî û her wiha saziyên çand û hunerê û saziyên pîşeyî vî karî bi rêk û pêk û ya herî girîng bi hêzeke mezin li dar bixin.
Ez di wê baweriyê de me ku her hewldaneke bi vî rengî dê rûpeleke din li wêje û hunera kurdî zêde bike. Bêşik her hewldaneke bi vî rengî, dilopek xwîne ji bo ziman, çand, huner û wêjeya kurdî.

b.zelal@mynet.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Şerê rizgariya zimên ji nû ve dest pê dike

  • 09 Adar 2014

Di dîroka mirovahî û her wiha ya cîhanê de, ziman her tim bûye navgîna têkilî û her wiha bûye sembola hin rewş û taybetmendiyan. Ji van kirûya...

PEYAMA CIZÎRA BOTAN

  • 13 Rezber 2015

Encama hilbijartina 7’ê Pûşperê, xaleke girîng bû di pêvajoya têkoşîna gelê kurd de. Girîngî û taybetmendiya wê, ji bihevrebûn û...

ARJEN ARÎ*

  • 19 Sibat 2013

Arjen Arî, ji bo ku helbesta xwe bipijîne, bi  hevîrtirşa helbesta klasîk hevîrê xwe stiriye lê ne di tenûra gundê Çalê de,  di firneya nûjen a...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Pisîkên' Behmen Qubadî li "İF İstanbul"ê ne

ad

Maçên xweş ên çarîk fînalê li benda me ne

ad

Helbestên kurdî li Kitêbxana Kurdî deng vedan

ad

'Peşbaziya Neteweyî' li Beyoglu Beyoglu li dar dikeve

ad

Die Zeit: Divê Almanya ji bo Kobanî bêdeng nemîne

ad

1'ê mehê, nûçeyên li ser Îranê (Tê nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname