Di bernameyeke nîv saetî de bi ya we dikare çend şaşiyên ziman çê bibin? Lê ger em bibêjin ew qas pir in ku nayên jimartin?
Ez wisa bibêjim: Di TRT 6'ê de bernameyeke bi navê "Dûr" heye. Bû çend bername ez lê temaşe dikim, şefeqa 5'ê mehê saet 06.55'an de ez rabûm ku li Dûr mêze bikim. Ez dixwazim li ser nivîseke binivîsim. (Ezê hefteyeke din li ser binivîsim) Piştî "Dûr" xelas bû, hema cih de bernameyeke din bi navê "Yekbûn" beşa wê ya Erzeromê dest pê kir. Bêyî hemdê xwe min lê temaşe kir. Lê ez bibêjim ez poşman bûm min lê temaşe kir.
Mijar di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser Erzeromê bû. Para Çanakkaleyê, vekişandina Rusan a ji Erzeromê û hwd jî bername xemilandibû...
Mijar çi dibe bila bibe ne xem e...
Mijara belgefîlmekî dikare li ser welatparêzî be jî, dikare li ser nijadperestî be jî. Ev tişteke din e. Lê mijar çi dibe bila bibe zimanê ku bikar bîne divê zimanekî baş be. Lê mixabin zimanê "Yekbûn"ê gelek xirab bû.
Bername nîv saet dikişand.
Haya min jê heye: Li Stenbolê 6-7 studyo hene ku ji bo TRT 6'ê dublaja bi kurdî dikin. Lê ez nizanim ev "Yekbûn" di kîjan studyoyê de û kî dublaj kiriye. Jixwe ne xema min e jî. Lê zimanê Yekbûnê gelek xirab bû. Peyva xirab dibe ku têrê neke jî.
Di belgefîlm de dengê vebêj bi tirkî jêre dibêjin "Anlatici" (bi zimanê dublajê dibêjin "Diş Ses") hebû, ew deng ne herikbar bû, mirov hîs dikir ku metnê dixwîne. Vebêjî jixwendina metnê zêdetir divê vebêje.
Di belgefîlm de çend mêr hebûn (min nejimardin lê 4-5 kes hebûn) tenê kesek deng dabû wan hemûyan.
Her wiha du sê jin jî hebûn ku dîtin ji wan jî hatibû girtin; ew jin jî tenê jinek deng dabû wan.
Di dublaja belgefîlm de carinan peyv nîvco dihatin xwendin, yan jî şaş dihatin gotin. Gelek caran pirjimar û yekjimar tevlihev bûn, meseleya pirjimar û yekjimarê şaş bikar dianîn.
Meseleya daçekan gelek xirab dihat bikar anîn, mînak "di" dihat xwendin lê "de"ya dawî ya daçekê nedihat. Û her kesek bi kurdî hinek dizane, baş dizane ku di kurdî de daçek gelek girîng in.
Û vane ji "Yekbûn"ê hin mînakên din:
Peyvên tirkî dihatin bikaranîn
Mînak:
- "yani tipi" (çima pêdivî bi tiştek wisa dihat dîtin ez nizanim).
- "ilim irfan" (her çiqas ev peyv ne bi tirkî be jî dikaribûn kurdiya wê bikar bînin)
- Bi serma dijwar re mucadeleke dikirin (gelo kurdiya MUCADELE'yê nîn e?)
- Şerepnelekî îsabetê lingê bavê min kiriye (Belê tam "îsabet" kiriye. Keçika dublajkar ev xwend)
Qalibên balkêş dihat bikaranîn
Mînak:
- "însanên Erzeromê wekî hewaya wê hişk bûn". (A rast min fêm nekir dixwaze di vê hevokê de çi bibêje)
- Leşker hatin şandin Kafkasyayê (Yanê çi?)
- Beşek mezin serlêdan kiribûn ji hatin şandin Çanakkaleyê (Yanê çi?)
- Diya min bûka nû bûye (keçik dixwîne), bavê min çûye serê taqê (yanê çi? Herhal qala taxê dike. Bi rastî min fêm nekir)
- Dagiriya Rusan (herhal dixwaze bibêje "dagirkerîya Rusan")
- Agirê Çanakkale ku ket Anatoliyê... (Çawa yanî?)
- Piştî şeran wekî walî hat şandin Mûşê (Yanê çi?)
- Ji tevahiya cihanê re meydan xwendin (Herhal tirkiya wê ev e: Tum dunyaya meydan okudular. MEYDAN ÇAWA TÊ XWENDIN ez nizanim)
Carinan peyv wekî tirkî an şaş dihatin xwendin
mînak:
- pirtûkhaneyên we hene (Herhal wê kêliyê de nekarî bibêje PIRTÛKXANE)
- Heremê (Nizanî bibêje Herêmê)
Ji bo pirjimar û yekjimaran mînak
- Min hevalên xwe li ber çavên xwe şehîd da (keçik dixwîne, gerek wisa ba: "Min hevalên xwe li ber çavên xwe şehîd dan." Helbet wekî qalib kurdiya wê jî şaş e, ew jî tişteke din e.)...
Ji bo kêmgotina peyvan:
ji raydarê kampê re (çawa hatibe xwendin min wisa nivîsî. Ne RAYEDAR, "raydar" hat xwendin)
Û çend mînakên din:
- Di nav berfan de (keçik dixwîne... Pirsa rojê ez bikim: Gelo çend heb berf hene?)
- (Berî dublaja bi kurdî dest pê bike çend saniyeyan tirkiya wê didin, di wir de dibêje) Tirkî: Apê min kinyas efendî (lê di kurdî de vê nabêje)
Dîsa di tirkî de 1913 dibêje, di kurdiya wê de 1914 tê xwendin.
- Wê deme birçîbûn û tunebûn jî heye (keçik ev hevok xwend. Tunebûn çawa heye ez nizanim)
- Di lingên însanên dê bimeşin de potin tune bû, bi çarox dimeşiyan
Ji aliyekê ve min not digirtin, ji aliyê din ve min temaşe dikir û helbet ez pêre negiham ku bi têra xwe notan bigirim. Encax min karî van notan bigirim.
Em vegerin ser pirsa pêşî: Di bernameyeke nîv saetî de dikare çend heb şaşî hebin? Yanê çend heb şaşî hebin dikare bê weşandin, çend heb hebin dikare neyê weşandin?
Em pirsa xwe bi vî awayî bipirsin: Di TRT 1'ê de bernameyeke wisa yê nîv saetî û têde ew qas şaşiyên bi tirkî hebin gelo dê bê weşandin?
Ger tiştek hûn lê zêde bikin hebe, fermo ez li vir im.
Yên ku bawer nekin jî bila herin ji TRT 6'ê kaseta "Yekbûn" beşa Erzeromê bipirsin (ku di 05.07.2009'an, roja yekşemê, saet 07:25'an de hat weşandin) û careke din bi baldarî lê temaşe bikin.
Bi destûra we ez bi vê hevokê dawî li nivîsa xwe bînim: Li Tirkiyeyê kovara Rewşenê nifşeke derxist holê, nifşeke nivîskaran. Rojnameya Welat, Welatê Me û Azadiya Welat jî nifşeke mezin kir, ku ez jî yek ji wan im. Ger TRT 6 hinek bidome, em bibêjin 10-15 sal bidome dê ew jî nifşeke bigihîne, mezin bike. Û ger ew nifş bi vê zimanê "Yekbûn"ê mezin bibe?
We got çi?
***
Wekî têbiniyek: A rast ev demeke min nedixwest ez tiştek li ser TRT 6'ê binivîsim. Lê bi temaşekirina vê bernameyê re dilê min êşiya.


