Li welatekî dema hûn li ajokarên wan, dema hûn li dikandarên wan, hûn li çaygerên wan binêrin, helbet hûn dê bibînin ew welat xwedî çi taybetiyan e. Li Tirkiyeyê jî wisa ye. Di nav kurdan de jî rewş ev e.
Mînak hûn biçin Amedê û li dikanê bixwazin tişteke bikirin... Nêzîktêdayîna wir dê gelek tiştî şanî we bide.
Ji Amedê wêdetir em li ser ajokarên texsiyan ên li Stenbolê bibêjin çend gotinan.
Pêşî gotineke: Her ku ez siwarê texsiyê bibim ez pêşî li şikl û şemala ajokar, dûre jî li camê pêşîn ê texsiyê dinêrim ku çi daliqandiye... Heta ez dikarim li gor vê yekê ez siwar dibim.
Wê rojê êvar bû, bêyî derfeta min hebe ez li van tiştên jorîn binêrim ez siwar bûm. Ajokar zilamekî navsere bû û ji rûyê wî diyar bû ji oldaran bû.
Radyo vekiriye, piştî kurtedemê ajokar qala hilbijartina Serokwezîr Abdullah Gul kir ku wê demê meseleya 367’an derketibû holê. Û bi ser de lê zêde dikir, "Hiqûq ji bo her kesî ye, çawa ji bo Gul we qala hiqûqê dikir, ji bo tiştên din jî divê wisa be.”
Min got rast e.
Zilam hez kir ji vê ‘rast’a min. Û min ev lê zedekir:
- Helbet hiqûq ji bo her kesî ye. Edalet jî wisa. Ger hûn hiqûqê, edaletê li gor xwe şirove bikin çênabe. Mînak, çawa edalet ji bo Abdullah Gul be, divê ji bo kesên din jî hebe. Mînak, çawa ku Serokwezîr di TRT 6’ê de bi kurdî dibêje ‘bi xêr be’ û lê ceza nayê birîn, divê li DTP’yiyên ku bi kurdî xeber didin jî neyê birîn. Çawa edalet ji bo Serokwezîr be, divê ji bo DTP’yiyan jî heman tişt be.”
Zilam şaş bû. Ne li bendê bû ku ez dê tişteke wisa bibêjim. Hema got:
- Ez fêm nakim, ev kurd çi diwazin...
Û diyaloga di nav me de wisa berdewam kir:
- Ez jî kurd im, lê ez tiştek naxwazim.
- Çawa, rabûne dixwazin welat parçe bikin, nizanim çi bikin.
- Kurd naxwazin welat parçe bikin.
- Wê çaxê çi dixwazin?
- Dixwazin ew bêne qebûlkirin, zimanê wan bê qebûlkirin.
- Ma kî dibêje kurd tune ne. Binêr waye dibin serokomar jî, dibin wezîr jî, dibir her tişt.
- Helbet dibin, lê ne bi kurdî, ger wekî kurd xwe nîşan bidin nabin tiştek jî. Binêr zarokên te hene. Bi zimanê tirkî dixwînin ne?
- Erê.
- Lê zarokên min nikarin bi kurdî li vê derê dersê bibînin. Dibistanên wisa nîn in. Ger zarokên te bi zimanê xwe bixwînin, divê zarokên min jî bi zimanê min bixwînin. Me got, edalet ji bo her kesî ye.
- Ez fêm nakim tirkî têra we nake. Li mala xwe hûn diaxivin biaxivin, lê zimanê dewletê nabe bi zimanekî din be.
- Çima nebe. Helbet dibe. Li dinyayê mînaka welatên ku têde du zimanên fermî lê hene li holê ye. Heta zarokên kurd jî di dibistanê de dikaribin dersê bi kurdî bixwînin mesele çareser nabe. Wekî me got edalet ji bo her kesî ye.
Bêdengiyê dest pê kir. Zilam nekarî tiştek bibêje, lê diyar bû tehamul nedikir. Em gihîştibûn cihê ku ez diçûmê. Ez peyabûm.
Piştî vê diyalogê bi çend rojan ez vê carê li navçeyeke din a Stenbolê siwarê texsiyê bûm. Dîsa radyo vekiriye û nûçe qala berendamê CHP’ê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin dike. Ajokar xwe davêje holê bi hemû hêza xwe: “Ev zilam cudaxwaz e. Mirovekî wî hebû, terorîst bû, ji PKK’ê. Hatiye girtin, dûre derketiye û wî kar daye wî.”
Helbet ez nasekinim, lê ez dê çawa bikim. Vê carê mijar giran e. Vê carê jî diyalog wisa çêbû:
- Yanê tu dibêjî dema berendamê CHP’ê Kiliçdaroglu memûr bû, piştî ku PKK’yiyek li girtîgehê cezaya xwe kişandiye û derketiye kar daye kê?
- Erê.
- Zilam ketiye hepsê ne?
- Erê.
- Cezaya xwe kişandiye.
- Belê.
- Ger ketibe hepsê û cezaya xwe kişandibe, êdî tu çi dixwazî, çima kar nedê?
- Wisa dibe, mirov çawa kar dide terorîstan. Heqê wî mirin e.
- Tu qala edaletê dikî, yan qala tiştek din?
- Çi dibe bila bibe, kesek îxanet li welat kiribe cezaya wî kuştin e.
- Di edaletê de tiştek wisa çênabe. Kesek sûc kiribe jî piştî ku cezaya xwe kişand mesele xilas dibe.
- Na, wisa nabe.
- Edalet li dinyayê, li her derê heman tişt e. Mirov nikare edaletê li gor xwe şirove bike.
- Ez wekî kes qebûl nakim. Bi ya min cezaya wî mirin e.
- Lê tu şaş î. Binêr, em bibêjin Xwedê neke, ji nişke ve te qezayeke kir, tiştek bi kesek bû û li ser vê yekê te avêtin hepsê. Piştî te cezaya xwe kişand te berdan, dê kesek kar nede te? Gere kar nede te?
- Ew tişteke din e.
- Ne tişteke din e. Edalet tişteke wisa ye.
- Lê ez yên terorîst efû nakim.
- Bi vî awayî nabe. Tu nikarî li gor xwe, divê tu li gor edaletê tevbigerî.
Min mêze kir mesele kûr diçe, helbet min fêm kir zilam hinekî jî AKP’yî ye, min mijar guhart: “Kiliçdaroglu ji Kadir Toptaş jî, ji berendamên din jî baştir e. Bi ya min divê mirov dengê xwe bide wî.”
- Ew fikra te ye. Ez rêya xwe nadim.
- Tu dizanî. Lê fikra min jî ev e.
Û dema peyabûna min a ji texsiyê hatibû. Ez peya bûm.
***
Belê, ji du mînakan, li vî welatî tehamula li hemberî kurdan.
Li bajarên Tirkiyeyê hema bêje her kurd her roj rastî mînakên wisa tên.
Jixwe yên ku wekî prof, nivîskar û nizanim çi derdikevin televîzyonan û li dijî kurdan tiştinan dibêjin jî em qala wan nekin.
cemilo@diyarname.com


