Her çiqasî ramana modern bi quretiyeke aqilane pişta xwe dabe ramana mîtolojîk jî wê nekariya xwe ji gelek encamên ku ramanê mîtolojîk gihaştiye bişo.
Ramana modern di gelek mijaran de tenê wekî referans û rê û rêbaza ku bi kar aniye/tîne ji ramana mîtolojîk cuda dibe.
Mînak, di ramana mîtolojîk de ziman û nivîs ku dayîneke xwedayî be, di ramana modern de civakî ye û ramana mîtolojîk tenê bi hîs, xewn û xeyalan gihaştibe vê encamê, ramana modern ji êqil bi rê ketiye. Lê herî dawî encama ku hatiye bi dest xistin heman encam e.
Mînak: “Nivîs ji destê Xweda derketiye û di hiyerarşiya hêzên Xwedayî de tim meqemekî taybet û rajortirîn daye Xwedê. Li Misrê Xwedayê heyvê Thoth di heman demê de wekî ‘nivîsevanê Xwedayan’ û serdestê ezmên tê dîtin. Tiştên ku heqê wan e yê ku bi Xwedayan û mirovan digihîne ew e. Loma Thoty pîvana tiştan diyar dike. Ziman û nivîs niqteya destpêkê ya pîvanê diyar dike. Loma di zimên û nivîsê de jî şiyan û karîna ku demdemîtî û guherbariyê diyar dike û bi vê jî wan ji rasthatinîtiyê û kêfiyetê bi dûr dixe, vedihewe.” (Ernst Cassirer, Kultur Bilimlerinin Mantigi Uzerine, rp. 24.)
Di vir de em rol û giringîya Xweda, “nivîsevanê Xwedayan” Thot jê derînin em vê paragrafa jorîn dikarin wekî encameke ji ramaneke modern bixwînin. Lê li vir meseleya min ne destnîşankirina layenîheviya ramana mîtolojîk û modern e; jê bêhtir derdê min ew e ku ez balê bikişînim ser têkiliya di navbera nivîs(ziman) û mafan de.
Naxwe ku em bala xwe bidin Cassirer:
1) Nivîs(ziman) heq û hiqûqa Xweda û mirovan diyar dike. (di xwendineke modern de em bi rehetî dikarin(û divê) em bikaribin di vir de “Xweda” ji nedîtî ve bên)
2) Nivîs(ziman) navgîna serdestiya rûzemîn û ezmên e.
3)Nivîs tiştên ku mirov heq dikin bi wan digihîne (ji bo pêgirtîbûna xwendineke modern em dîsa “Xweda” ji nedîtî ve hatin) û pîvana neguharbariya tiştan diyar dike.
Yanî; 1) Heke miletek bê nivîs(ziman) be û yan jî nivîs bê wî miletî be (yanî ew milet di nivîsê de nehatibe nivîsîn(nasîn) ew milet ne xweyî heq û hiqûqekê ye. Her çiqasî li jor me nîşeya “em dikarin ‘Xweda’ ji nedîtî ve bên” dabe jî di vir de “nivîsevan(zagonçêker)” di nivîsên xwe de bi cihnedana kurdan kurd ji nedîtî ve hatiye.*
2) Heke miletek ne xweyî nivîs be û yan jî di nivîsekê de nehatibe nasîn dev ji serdestiya rûzemîn û erdzemînê berdin wê nikaribe serdestê xwe bi xwe jî be**
3) Heke miletek bê nivîs be û yan jî di nivîsekê de nehatibe nasîn, pîvana tiştên ku ew milet heq dike dipîve pîvaneke(makezagon) xirabe ye û tîra wê tim li neyînê ye û neyîna tiştan destnîşan dike. Mînak kurd ji bo ku bê nivîs in û yan jî di nivîsekê(makezagon) de nehatiye nivîsîn(nasîn) pîvana tiştan(mekezagon) ji bo wan tenê netiştikbûyîna wan dipîve. ***
Encam: Ji bo ku kurd bikaribin di dîrokê de hebin û piştre bibin xweyî heq û hiqûqekê; ji bo ku bikaribin bibin serdestê xwe û welatê xwe; ji bo ku bikaribin pîvana tiştên ku ew heq dikin bi dest bixin û wan heqan bijîn teqez û teqez divê bibin “nivîsevan”ê xwe û yan jî xwe bi “nivîsevên” bidin nivîsin.
Naxwe!..nivîsa(ziman, heq, hiqûq, maf, heyîn, serdestî û wd.) me li vir(li dinyayê) heya nivîseke din diqe de û nenivîsîna me (lalîtî, bindestî, bê heq û hiqûqî, bê mafî, neyîn û wd.) destpê dike.
Bi hêviya ku di nivîseke din de em xwe di nivîsa xwe de bibînin û bibin “nivîsevan”ê xwe!..
* Binêre li rewşa Kurdên sedsala bîst û yekê, sal., ?-2011.
** Heman çavkanî, sal., ?-2011.
*** Heman çavkanî, sal., ?-2011.
gernus@msn.com


